Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da 2023-05-20 09:01:14 ÎZMÎR - Di 17 mehên dawî de li girtîgehan 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Parêzerê ÎHD'yî Ahmet Çîçek diyar kir ku desthilatdarî hiqûqa dijminatiyê pêk tîne û divê dest ji vê cotstandardiyê bê berdan.    Di dema desthilata AKP'ê de li girtîgehan mafên bingehîn ên girtiyan hemû hatin binpêkirin. Nemaze jî astengkirina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş û neberdana wan, bû sedema binpêkirina mafê jiyanê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2022'yan de 78, di 5 mehên ewil ên sala 2023'yan de jî 15 girtî jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ku mafê wan ê tenduristiyê hat binpêkirin, ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK), bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Gelek girtî jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.    Li gor daneyên ÎHD'ê, hê jî 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de bû, di 22'yê adarê de piştî 30 salan hat berdan. Kirtay, di 12'ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Herî dawî jî girtiyê nexweş  Behçet Kaplan (31) ku di sala 2014'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, di 15'ê gulanê de li Girtîgeha Xelatê ya Bedlîsê ya Tîpa T'yê jiyana xwe ji dest da.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek, anî ziman ku bi taybetî mafê dermankirinê yê girtiyên siyasî tê astengkirin. Çîçek bilêv kir ku girtî pirî caran bi ambulansê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û got: "Lewma, pirî caran girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Ji ber ku randevûyên girtiyên nexweş bi derengî tên xistin, nexweşînên wan giran dibin. Ji ber vê girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. ATK, suxreya desthilatê dike. Herî dawî girtiyê nexweş Beçet Kaplan ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku dermankirina wî hat astengkirin jiyana xwe ji dest da. Abdulhalîm kirtay bi salan di girtîgehê de ma û girtiyekî nexweş bû. Gava hat ber mirinê hat berdan. Piştî hat berdan 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da. Gava girtî tên ber mirinê, tên berdan. Yanî girtîgeh veguherîne mirinxaneyan."    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Çîçek bibîr xist ku endamên Hîzbullah bi biryara Serokkomarê AKP'î hatine berdan û divê dest ji vê cotstandardiyê bê berdan. Çîçek wiha dawî li axaftina xwe anî: "Madem karbidestiyeke wiha heye, nexwe divê ji bo her kesî wekhev bê pêkanîn. Mehmet Emîn Ozkan hem extiyar bûye hem jî nexweş e. Lê nayê berdan. Ev desthilat, hiqûqa dijminatiyê pêk tîne."    MA / Delal Akyuz