Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin 2023-05-20 12:49:20   STENBOL - Di êrişa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê hatin bahev de 10 kes hatin binçavkirin.    Dayikên Şemiyê di hefteya 947'emîn a çalakiya xwe ya ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin de li Qada Galatasarayê hatin bahev. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Nûnera Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe jî piştgirî da Dayikên/Mirovên Şemiyê.    Koma ku çawa hate Qada Galatasarayê derdora wê ji aliyê polîsan ve hate bi mertalan hate dorpêçkirin. Rojnamevanên di vê navberê de nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê hatin dûrxistin.    Dayikên Şemiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kirin ku Hanîfe Yildiz, Besna Tosûn, Alî Ocak, Sebla Aran, Hasan Karakoç, Îrfan Bîlgîn, Leman Yûrtsever, Hunkar Hudaî Yûrtsever, Nazim Dîkbaş, Taylan Bekîn, Gulseren Yoleri, Eren Keskîn û Umît Efe hatine binçavkirin.