Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye 2023-05-20 15:49:05   STENBOL - Di “Rûniştina F” a li Stenbolê tê lidarxistin de hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya nexweşa penceşêrê Havva Ak her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û jiyana wê di xetereyê de ye.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 582’yemîn a “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di çalakiya ku dirûşmeyên “Bila Havva Ak were berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin de parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû jî beşdar bû.    Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa nexweşa penceşêrê Havva Ak a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de tê ragirtin.    ‘BERPIRSYAR DEWLET E’    Endama Komîsyonê Mûkaddes Şamîloglû, bal kişand ser mirina girtiyê nexweş Behçet Kaplan ê 31 salî ku beriya 4 rojan li Girtîgeha Tîpa T a Exlata Bedlîsê jiyana xwe ji dest da û da zanîn ku ji ber rayedarên dewletê qanûnên netewî û navnetewî yên mafê jiyanê yên girtiyan diparêzin bi cih naînin girtî jiyana xwe ji dest didin.    PENCEŞÊR BELAVÎ HEMÛ LAŞÊ WÊ BÛYE   Şamîloglû, bi lêv kir ku nexweşa penceşêrê Ak girêdayî şertên girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê jiyan herî dawî bi nexweşiya penceşêrê ketiye û ji ber penceşêra sing û kîtleyên nebaş ên di malzaroka wê de 3 caran emeliyat bûye û anî ziman ku tevî kemoterapi û radyoterapiye penceşêr belavî hemû laşê wê bûyer. Şamîloglû, diyar kir ku ji ber şertên nebaş ên girtîgehê nexweşiya wê ber bi xerabiyê ve çûye û hatiya asta ku ji bo jiyana wê xetere be.   ‘VEGUHERÎ ÎŞKENCEYÊ’     Şamîloglû, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di pêvajoya dermankirinê de porê wê hilweşiya ye, kîlo daye û pergala wê ya parastinê qels bûye. Ji ber şertên nexweşxaneyê û sewqkirinê pêvajoya tdawiya wê veguheriye îşkenceyê. Di vê pêvajoyê de dermanên penceşêrê ku bijîşkan nivîsandine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatine peyda kirin û dermanên ku ji aliyê malbata wê ve hatine peydakirin nedane wê.”   SERLÊDAN BÊENCAM MAN   Şamîloglû destnîşan kir ku tedawiya Akê baş nehatiye kirin û diyar kir ku serlêdanên ji bo tedawiya wê li derve bê kirin jî bêencam mane. Şamîloglû, da zanîn ku bi raporên neyînî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) taloqkirina înfaza wê jî hatiye astengkirin û got: “Ji ber di şertên girtîgehê de tedawiyek û lênerîneke baş nikare bê kirin heta tedawiya Ak temam dibe divê înfaza wê bê taloqkirin.”