Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin 2023-05-20 15:52:33 AMED - Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê serdana DFG û MKGP’ê kirin.    Hevseroka Giştî ya Pendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Eîtîm Sen) Nejla Kurul û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi armanca piştevaniya bi rojnamevanên girtî re serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) kirin. Serdan li avahiya DFG’ê pêk hat û rojnamevanan pêşwazî li şandeyê kir.    Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul di serdanê de axivî û diyar kir ku rojnamevan di her şert û mercan de dixebitin û dengê raya giştî radigihînin û ew ê her tim li cem rojnamevanên bi neheqiyan re rûbirû dimînin cih bigirin û dê piştevaniya rojnamevanan bikin.    78 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE    Sekreterê DFG’ê Cûma Daş jî da zanîn ku her du hevserokên komeleyê jî girtî ne û tevî binçavkirin û girtinan jî xebatên rojnamevaniyê didomînin. Daş anî ziman ku nemaze di salek dawî de zextên li ser rojnamevanan derketiye astek cidî û dixwazin bi zextan rojnamevaniya kurdî ya azad bê qedandin. Daş got niha 78 rojnamevan girtî ne û piştevaniya bi rojnamevanan re girîng e û heke piştevanî were berfirehkirin dê girtin nehgihîjin armanca xwe.