Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin 2023-05-20 16:48:39     NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê ragihand ku di êrişa li ser rêya Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrazorê de 3 şervanên wan birîndar bûne.    Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li ser rêya Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrazorê li dijî hêzên wan êriş çêbûye û 3 şervanên wan birîndar bûne. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Îro saet di 00:10’an de dewriyeyeke hêzên me li ser rêya Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî hat. Di encamê de 3 şervanên me birîndar bûn û yek ji fermandarên me yên di şerê li dijî DAIŞ'ê de li pêş, rizgar bû.”