Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin 2023-05-21 09:55:00   STENBOL - Nesrîn Nas diyar kir ku encamên sindoqan nîşaneya daxwaza guherîna îktîdarê ye û wiha got: “Di hilbijartina 28’ê Gulanê de jî hilbijêrên kurd dê diyarker bin.”    Hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14’ê Gulanên di bin siya hîle û nelirêtiyan de hatin lidarxistin. Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê jî dê di 28’ê gulanê de bê lidarxistin. Di vê tûrê de kîjan namzet piraniya dengan bi dest bixe dê were hilbijartin.    Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê ya berê aborînas Prof. Dr. Nesrîn Nas, têkildarî encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarê axivî.    Nesrîn Nas diyar kir ku bi encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê re êdî bendbendîbûna li Tirkiyeyê mayînde bûye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye niha bûye du beş. Alîgirên AKP’ê di van hilbijartinan de helwesta xwe ji bo demokrasî û şaristaniyê nîşan nedan. Mirovan piranî dengên xwe neguherandin. Heke guherandibin jî dan partiyên din ên di nava tifaqê de. Ev yek ji bo Tirkiyeyê nebaş e. Ji xizîneyê heta hêzên ewlekariyê, îktîdarê di hilbijartinan de hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Dîmenên derew belav kirin û li gorî min vê jî bandor li encamê kir. Lê tiştekî ji encamên hilbijartinê girîngtir derket holê; civakê xewneke baş a ji bo pêşeroja xwe ji bîr kiribû.”   KÊMASIYÊN TIFAQA MILET   Nas, bi domdarî bal kişand ser kêmaniyên Tifaqa Milet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kêmaniya ewil ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan polîtîkayeke cidî pêş nexist. Ji bo Hilbijartina 28’ê Gulanê hewceyî bi stratejî û kampanyayeke nû heye. Pirsgirêkên pir cidî yên jinan hene. Bi taybet jî Partiya Yenîden Refahê û HUD PAR ketin meclisê. Li gorî vê zîhniyetê divê jin mîna sewalên li kolanan bên xwedîkirin, jinan bêxwedî dibînin û ev yek di pirtûkçeyên xwe de parve kirine. Anku êdî karê jinan zehmet e. Heke qanûndayîn û birêvebirineke wiha di destê Erdogan de be, divê muxalefet hîn bêhtir li ser polîtîkayên jinan bisekinin. Her wiha têkildarî ciwanan tiştên şênber tune ne. Divê hûn bi awayekî eşkere bibêjin bê ka dê çi buguherînin, li ser navê kê û ji bo kê biguherînin.”    ‘TIFAQÊ PŞTGIRÎ NEDA KILIÇDAROGLÛ’   Bi domdarî Nas got ku Tifaqa Milet piştgirî nedaye namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û ev nirxandin kir: “Bi taybet jî tu piştgiriya Ahmet Davutoglû, Alî Babacan û Meral Akşener çênebû. Weke mînak; Meral Akşener di kampanyaya xwe de digot; ‘ez jî dixwazim bibim serokwezîr û dengekî bidin min’ serê alîgirên wê tevlihev kiriye. Em dikarin bibêjin ku ji Partiya Îyî gelek deng nehatin. Me digot qey tu bandora vîdeoya sexte ku Erdogan Tifaqa Milet terorîze dike dê çênebe lê xuyaye ku pir bûye. Xuyaye ku diviya li ser vê bihata sekinandin. Belkî jî hewceye ew derew bên bersivandin û têkildarî wê kampanya bên kirin.”    HILBIJÊRÊN KURD   Herî dawî jî Nas wiha got: “Li herêmên Partiya Çepên Kesk lê serdest, di mijara ewlehiya sindoqan de pirsgirêkên mezin derketin. Li dijî vê îtîraz hatin kirin û ev pêvajo berdewam e. Gelek sedem hene bê ka çima Partiya Çepên Kesk dengekî wiha kêm girt. A yekemîn li ser navê HDP’ê kete hilbijartinê û hilbijêr tam adapte nebûn. Lê li gorî min tevî van şert û mercan jî encamekî baş bi dest xistin. Zêdetirî 20 hezar endamên wan girtî ne lê dîsa jî xwe li ser pêyan digirin. Her wiha nîqaşên di nava Ked û Azadiyê de li ber çavên raya giştî hatin kirin û helwesta TÎP’ê li hinek deveran kir ku parlamenteran winda bikin. Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo dengên kêm rexnedayîna xwe dan. Hilbijêr û partiyên kurd tevî şertên zehmet ketin hilbijartinê. Lê hêj jî di hilbijartinê de diyarker in. Li dijî Tifaqa Cumhur herî zêde deng ji wir derketin. Ev jî nîşan dide bê ka çiqasî dixwazin îktîdara heyî biguhere. Di serî de Kiliçdaroglû û muxalefet divê tu kes dev ji têkoşînê bernede û xwedî sekneke xurt be. Dev jê berdan û xiyaneteke mezin a li dijî vê civakê ye. Ji bo ku jiyan û qedera me bi destê me be û rojên hêj xerabtir nejîn, divê em biçin ser sindoqan. Nexwe dê zext û tundî hêj zêdetir bibe. Divê her kes vê baş bifikire.”    MA / Esra Solîn Dal