George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan 2023-05-21 10:37:26     MÊRDÎN - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê George Aslan ku bi eslê xwe suryan e, bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.    George Aslan ê suryan ku ji ber xebatên xwe yên siyasî sirgûnî Ewropayê bûbû, salên dûvdirêj li wir jiya. Aslan, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de namzetê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê bû û hate hilbijartin. Aslan, ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi zimanên suryanî, kurdî û tirkî bang li hilbijêran kir û xwest ku biçin ser sindoqan.    ‘DIVÊ EM DI 28’Ê GULANÊ DE BIŞÎNIN MALA WAN’   Aslan, anî ziman ku dê di 28’ê Gulanê de îktîdarê bişînin mala wê û wiha dom kir: “Gelê me di 14’ê Gulanê de bi coşeke mezin çû ser sindoqê. Em li bendê ne ku di 28’ê gulanê de jî ji bo guherînê biçin ser sindoqê. Ev 21 sal in rêveberiyeke dîktator vî welatî birêve dibe. Heke em guherînê bixwazin, divê em van bişînin malên wan. Di nava 21 salan de ji bilî operasyon û êrişan tu tiştek nedan gelê me. Divê em bibêjin êdî bes e. Dema bûn îktîdar dolar bi 1-5 lîre bû lê niha bûye 20 TL. Ev tevek jî ji berîka kedkar, karker û gelan diçe. Lewma hewcehî bi guherînê heye.”    Herî dawî jî Aslan ev bang li hilbijêrên derveyî welat kir: “Di serî de kurd, tirk, asur û suryan, divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Ji bo hilbijêrên derveyî welat heta 24’ê gulanê dem heye. Hûn li ku dijîn bijîn lê hewceyiya vê xakê bi guherînê heye. Lewma divê hûn biçin ser sindoqan.”