HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide 2023-05-21 11:36:22   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê bertek nîşanî propagandaya îktîdarê ya li dijî siyasetmedarên girtî da û wiha got: “Tifaqa Cumhur ku li ser hevalên me yên girtî propagandayeke qirêjî dike dê hesaba hemû sûcên xwe bide.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî propagandaya îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî girtiyên siyasî da. Partiyê, li ser hesaba xwe ya fermî ya Twîtterê wiha got: “Tifaqa Cumhur ku li ser hevalên me yên girtî propagandayeke qirêjî dike dê hesaba hemû sûcên xwe bide. Li gel ku Demîrtaş, Yuksekdag û hemû hevalên me yên din bi awayekî derhiqûqî tên ragirtin jî, bi tu awayî serî netewandin. Vaye sedema esasî ya tirsa van jî ev e!”