Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin 2023-05-21 12:12:01   WAN - Welatiyê bi navê Majîd Kazemî li Îranê hatibû bidarvekirin û 3 xwîşk û birayên wî hatin girtin.    Welatiyên bi navên Majîd Kazemî, Saed Yaqoubî û Saleh Mirhashmî ku di doza weke “Mala Îsfehanê” tê zanîn de dihatin darizandin, hatibûn bidarvekirin. Xwişka Kazemî ya bi navê Samîa û birayên wî Hosseîn û Mehdî ji hêla hêzên rejîmê ve hatin girtin. Nayê zanîn bê ka Hosseîn Kazemî û Mehdî Kazemî li kîjan girtîgehê tên ragirtin û hat zanîn ku Samî Kazemî jî ji ber gotinên li dijî rejîmê hatiye girtin.