HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin 2023-05-21 13:22:52 ENQERE - HDP’ê bi boneya 159’emîn salvegera Qirkirina Çerkesan daxuyaniyek weşand û wiha got: “Em bang dikin ku daxwazên mafên demokratîk û azadiyê yên gelê çerkes ku ji bo parastina nasname, ziman û çanda xwe dikin bên qebûlkirin û Qirkirina Çerkesan bê naskirin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 159’emîn salvegera Qirkirina Çerkesan ku di di 21’ê Gulana 1864’an de hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê di daxuyaniyê de got ku ew êşên gelê çerkes ji dil hîs dikin.    ‘XWESTIN ÇERKESAN ASÎMÎLE BIKIN’    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê çerkes 159 sal berê ji hev hate belavkirin. Di vê sirgûnê de milyonek û nîv çerkes ji warê xwe hatin kirin, zêdetirî 500 hezar çerkesan jiyana xwe ji dest dan û hewl dan yên mayî jî li ser xaka xwe û li derveyî welat asîmîle bikin. Ev trajediya gelê çerkes jiyayî dê neyê jibîrkirin. Gava ewil a hevrûbûna bi vî sûcê mezin ê mirovahiyê re; naskirina qirkirina çerkesan e. Divê nav-paşnav û mafên ziman û çandê yên xelkê çerkes bên dayîn, navên gundên wan ên hatine guherandin lê werin vegerandin, bêyî şert û merc vegerin welatê xwe û piştgiriya madî-manewî pê re were kirin. Weke HDP’ê; em bang dikin ku daxwazên mafên demokratîk û azadiyê yên gelê çerkes ku ji bo parastina nasname, ziman û çanda xwe dikin bên qebûlkirin. Em êşa xelkê çerkes ji dil hîs dikin.”