Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin 2023-05-22 10:05:51   STENBOL - Li Stenbolê 4 ciwanan dema li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê, ji pişt ve kelemçe kirin, sirûda mehterê pê dan guhdarîkirin û binçav kirin. Her 4 ciwan jî sewqî edliyeyê hatin kirin.    Dema ciwanan li qeraxa Modayê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê. Li ser vê yekê ciwanan jî bertek nîşan dan û rageşî derket. Polîsan gule berdan hewayî û 4 ciwan binçav kirin.    Derheqê aqûbeta ciwanan de tu agahî nehatin bidestxistin. Di saetên dereng ên şevê de li ser hesabên medyaya dijîtal hinek dîmen hatin parvekirin. Di dîmenan de ciwan ji pişt ve hatine kelemçekirin û li pê devî li erdê hatine dirêjkirin. Her wiha di dîmenan de polîsan ji wesayîta xwe sirûda mehterê vekiriye û bi darê zorê ciwanên tên îşkencekirin didin guhdarîkirin.    Nehat zanîn bê ka ciwan li ku dihatin ragirtin lê li gorî agahiyan ciwan îro sewqî Edliyeya Anadoluyê hatine kirin.