Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin 2023-05-22 13:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Baroya Amedê bertek nîşanî gefa Suleyman Soylu ya li dijî parêzeran da û wiha got: “Wezîrê karên hundir bi gotinên xwe hewl dide parêzeran û pîşeya me krîmînalîze bike. Em vî zimanî qebûl nakin.”    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di bernameyekê de parêzer hedef girt û wiha got: “Kengî ku parêzerên PKK’ê hatin girtin, hûn dê bibînin ku wê demê li Tirkiyeyê dê tiştekî bi navê PKK’ê nemîne. Hedefa me ew in. Ewqas vekirî û eşkere ye.” Baroya Amedê jî têkildarî gefên Soylu daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Soylu bi van gotinên xwe pîşeya parêzertiyê krîmînalîze dike û ew vê helwestê qebûl nakin.   Baroya Amedê di daxuyaniyê de diyar kir ku di demekê bala her kesî li ser Hilbijartina Serokkomariyê ya 28’ê Gulanê, Soylu bi gotinên xwe pîşeya parêzertiyê krîmînalîze kiriye û bi awayekî eşkere hedef girtiye. Daxuyanî wiha dom kir: “Dema 25 hempîşeyên me di 24’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin jî wezîrê karên hundir li ser hesaba xwe ya twîtterê dîmenên operasyonê parve kiribû û gotibû; ‘operasyona li dijî kesên bi ser navê rêxistina terorê parêzertiyê dikin.’ Bi vê daxuyaniya xwe jî karîneya bêgunehiyê binpê kir û daraz xist bin bandora xwe. Di vê çarçoveyê de jî 4 hempîşeyên me bi awayekî derhiqûqî hatin girtin.”    ‘EM VÎ ZIMANÎ QEBÛL NAKIN’   Bi domdarî baroyê destnîşan kir ku ew di ferqê de ne ku wezîrê karên hundir bi vê daxuyaniyê re gefa lêpirsîneke nû dixwe û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Em di nava pêvajoyeke wisa de ne ku bi awayekî keyfî mudaxaleyî mafên bingehîn û azadiyan tê kirin, bi destê darazê gefa cezakirinê li parêzer, parastvanên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl tên xwarin. Tevî her tiştî em careke din bi bîr dixin ku; parêzer misogeriya xwegihandina edaletê ya hemû welatiyan û darizandina adilane ne. Em bi raya giştî re radigînin ku em vî zimanê pîşeya me krîmînalîze dike û hedef digire qebûl nakin.”