Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye 2023-05-22 14:59:14 STENBOL - Ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li Ewropayê tevlibûneke xurt a hilbijartinê heye. Hilbijêrên ku dengê xwe dayîn wiha gotin: “Hêj her tişt xelas nebûye. Her dengek dengeke. Em bi hev re guherînê biafirînin.”    Ji ber ku di tûra yekemîn a hilbijartina serokkomariyê de tu namzetan ji sedî 50+1’ê dengan nestand, hilbijartin bo tûra duyemîn ma. Di tûra duyemîn de namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan hene.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo dengdayînê, li 73 welatan û 151 nûnertiyan bi giştî li 167 noqteyan sindoq danî. Li Ewropayê tevlibûneke xurt a hilbijartinan heye. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan wesayît girtin û dê dengdayîn heta 24’ê gulanê bidome. Her wiha welatiyên ku dixwazin li derveyî nûnertiyan dengê xwe bidin jî dikarin heta 28’ê gulanê saet 17.00’an de li gumrikan dengê xwe bidin.    Li welatên Ewropayê bi hezaran welatiyên ji bo dengdayînê hatin pêşiya nûnertiyan, ketin dorê. Hemwelatiyên li Ingilistan û Swîsreyê çûn ser sindoqê gotin “Dengek diguherîne” û banga çûyîna ser sindoqan kirin.    ‘HÊJ XELAS NEBÛYE’   Nûnera Partiya Çepên Kesk a Zurîhê Sûltan Tugrul da zanîn ku li Zurîhê zêdetirî 10 hezar hilbijêr çûne ser sindoqan û wiha got: “Tevlibûneke pir xurt heye. Di roja ewil de tenê li Zurîhê hejmara hilbijêran 10 hezar û 400 bû. Di roja duyemîn de jî zêdetirî 8 hezar kesan dengê xwe dan. Gelemperî jî hilbijêrên ciwan in. Gelemperî jî bi xeyala guherîneke li Tirkiyeyê dengê xwe didin. Em xemgîn bûn ku Tifaqa Milet di tûra yekemîn de bi ser neket lê her tişt hêj xelas nebûye. Banga min ji bo hemû welatiyan ew e ku bila kesek nebêje bi dengê min tiştek naguhere. Her dengek dengeke. Bila her kes biçe ser sindoqê, dengê xwe bide û em bi hev re guherînê biafirînin.”    HILBIJARTINA TAYÎNKIRINA QEDERÊ   Welatiya bi navê Şehnaz Kaya ku ji ber sedemên polîtîk îltîca kiriye jî wiha got: “Ev hilbijartin dîrokî ne. Civakên me ji ber polîtîkayên AKP’ê êdî nikarin bêhnê bistînin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasî û pirrengiyê heye. Gelek sedem hene ku gel dengê xwe bide Kemal Kiliçdaroglû. Ev hilbijartin dê qedera Tirkiyeyê diyar bike. Erdogan tevî ewqas hîleyan jî nekarî di tûra yekemîn de bi ser keve. Heke hinek li ser pergal û hûrgiliyên YSK’ê bê sekinandin, dê Kiliçdaroglû bi ser keve. Banga min li her kesî ew e ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”    TEVLIBÛNA HILBIJARTINÊ YA LI INGILISTANÊ    Umut Kurç jî li paytexta Ingilistanê Londrayê muşahidê sindoqê ye. Kurç got ku îro zêdetirî 6 hezar kesan dengê xwe dane, li seranserî Ewropayê tevlibûneke xurt heye û ev tişt anî ziman: “Kesên di tûra yekemîn de dengê xwe nedayîn jî niha dengê xwe didin. Hêviya me zêde ye.” Berpisyara sindoqê Candan Kara jî destnîşan kir ku ew ê bi dengên xwe pergalê biguherînin. Ji hilbijêran Dîlan Kaya cara ewile dengê xwe dide û têkildarî hilbijartinê wiha got: “Xizmên min li Tirkiyeyê dijîn. Ev hilbijartin ji bo me tevan girîng e. Hêvîdarim guherînek çêbibe.” Dayika Kaya, Nûrten Kaya jî anî ziman ku ew dixwazin hemû kes li welateê xwe keyfxweş be. Welatiyê bi navê Dogancin Aras jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Êdî xelk bêzar bû. Dixwazin ev rejîma qesrê têk biçe. Li Ingilistanê 17 hezar kesan dengê xwe dane. Banga me ji bo temamiya gelê me ew e ku dengê xwe bidin û faşîst Erdogan têk bibin.”