Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê 2023-05-22 14:59:46 STENBOL - Li Stenbolê 5 ciwanan dema li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê, ji pişt ve kelemçe kirin û binçav kirin. Her 5 ciwan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin.    Dema ciwanan li perava Modayê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê. Li ser vê yekê ciwanan jî bertek nîşan dan û rageşî derket. Polîsan gule berdan hewayî û 5 ciwan binçav kirin.    Derheqê aqûbeta ciwanan de tu agahî nehatin bidestxistin. Di saetên dereng ên şevê de li ser hesabên medyaya dijîtal hinek dîmen hatin parvekirin. Di dîmenan de ciwan ji pişt ve hatine kelemçekirin û li ser devî li erdê hatine dirêjkirin. Her wiha di dîmenan de polîsan ji wesayîta xwe sirûda mehterê vekiriye û bi darê zorê ciwanên tên îşkencekirin didin guhdarîkirin. Ciwanên ku hate hînbûn li Qereqola Îskele ya Kadikoyê dihatin ragirtin, di saetên serê sibê de ji bo dozgerî îfadeya wan bigire sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê hatin kirin.    ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ    Hate hînbûn ku di bin çavan de îşkence li ciwanan hatiye kirin û li pişt û destên wan şopa îşkenceyê hebûye.    DOZGER XWEST BÊ GIRTIN   Kadîr Gulşen, Bariş Gulşen, Seyîtxan Gulşen, Îdrîs Akpinar û Cahît Kûrt ên li dozgeriyê îfade dan bi sûcdariya “Li dijî polîsan li ber xwe dane” tên sûcdarkirin. Her 5 ciwan piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin.    Îfade dayîna xiwanên sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin didome.