Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin 2023-05-22 16:39:30   RIHA - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, wiha got: “Me di 14’ê Gulanê bi partiya desthilatê neda qezenckirin, em ê di 28’ê Gulanê de jî bi wan bidin windakirin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 791’emîn de berdewam dike. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derket û hate ber deriyê Edliyeya Rihayê li ber pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” nobeta xwe didomîne. Dayika Emîne Şenyaşar jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tev li nobetê bibe.   ‘HETA KU EDALET WERE…’   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê li qada nobetê axivî, wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 791’emîn de berdewam dike. Dema me dest bi nobeta xwe kir, me gotibû heta ku edalet pêk were em ê nobeta xwe bidomînin. Ez niha bûm parlamenter lê hem li ber deriyê edliyeyê hem jî li qadê têkoşîna xwe didomînin. Heta ku edalet were jî em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin.”   ‘EM Ê BI PARTIYA DESTHILATÊ BIDIN WINDAKIRIN’    Şenyaşar ê qala hilbijartinên hefteya borî pêk hatin jî kir, wiha got: “Di 14’ê gulanê de hilbijartinek hate kirin. Me di wê hilbijartinê de bi partiya desthilatê neda qezenckirin, em ê di 28’ê Gulanê de jî bi wan bidin windakirin.”