Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin 2023-05-22 17:07:19   ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Hamiyet Yalçinkaya ku di şerê li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin.    Di 11'ê adarê de li herêma Besta ya girêdayî Şirnexê di navbera hêzên YJA-STAR'ê û leşkerên tirk de şer derketibû. Di encama pêvçûnê de 6 endamên YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê yek ji endama YJA-STAR’ê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) beyî agahiya malbata wê hebe, li goristana bêkesan a Şirnexê hatibû definkirin. Îro li gel derketina encama DNA’yê, malbata Yalçinkaya hate Şirnexê. Malbata ku cenaze wergirt ji bo ku cenazeyê keça xwe veşêrin ber bi navçeya Bismil ya Amedê ve bi rê ketin.