OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in 2023-05-22 18:54:56   STENBOL- OHD a Şaxa Stenbolê ku parêzeriya ciwanên ku ji ber govendgerandinê hatin binçavkirin hilgirt ser xwe, diyar kir ku polîs sûc kiriye û got: "Em ê li dijî êrişan li cem gelê kurd bin."    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, têkildarî binavkirina ciwanên ku li Perava Modayê ya Kadikoyê li ber stranên kurdî govendgerandibû û hatibûn binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsan bi awayekî kêfî dest daniye ser amûrên muzîkê yên ciwanan û piştî ku welatiyan bertek nîşan daye, polîsan bi binçavkirinê gef li wan xwariye û hat gotin ku polîsan dest xistine qirika ciwanan û gaz aîsota reşandine ser çavên wan.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku ciwanan bertek nîşan daye polîsan jî êriş biriye ser wan û wiha hat gotin: "3 muwekîlên me bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Paşê welatiyê ku dîmenên bûyerê girtine û welatiyekî ku li bûyerê temaşe kiriye jî hatine binçavkirin."    HATIN ÎŞKENCEKIRIN   Di daxuyaniyê de ku behsa îşkenceya polîsan a li ciwanan kirine û ew bi awayekî kemelmçekirî serdevkî dirêjî erdê kirine hat kirin û hat gotin ku polîs ji ber polîtîkaya bêcezatiyê dîmenên îşkenceyê belav kirine.    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîs û leşkerên ku sûcan dikin ji darizandinê ne muaf in û wiha hat gotin: "5 muwekîlên me yên mexdûrê îşkenceyê bi awayekî dijhiqûqî bi daxwaza girtinê ya dozgeriyê sewqî dadgeriya ceza ya sulhê hatine kirin. Di sûcên îşkenceyê yên bi vî rengî de demborî tune ye! Demildest divê polîsên ku îşeknce li ciwanan kirine ji peywirê bên girtin û der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Em hiqûqnasên azadîxwaz, em li hemberî hemû êrişên nijadperest, şoven ên li hemberî ziman û çanda gelê kurd û li hemberî hemû îşkenceyan, li cem gelê xwe ne. Em ê vî sûcê ku hatiye kirin bişopînin."