Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin 2023-05-23 08:22:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan di danê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser avahiya TUAY-DER a Çukurovayê û gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de leşker û polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên li gundê Menderê yê Nisêbînê de Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatin binçavkirin.    Li navçeya Qoserê jî Hevserokê DBP’a navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navên Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe zêdetir bibe.   BI SER TUAY-DER’Ê DE GIRTIN   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de polîsan li bajarên Mêrsîn, Enqere, Antalya, Îzmîr û Edeneyê bi awayekî hemwext bi ser 28 navnîşanan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û xizmên girtiyan hatin binçavkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkariya madî ya bi girtiyan re” hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser avahiya TUAY-DER Çukurovayê de hate girtin. Hat zanîn ku lêgerîna li avahî hêj berdewam e.    Navên çend kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê Çukurova TUAY-DER’ê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î û Kadrî Ezer.