ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN 2023-05-23 09:00:19       * Dozger ji ber axaftinên siyasetmedar Selma Irmak ên der barê texrîbkirina goristanan û teşhîrkirina cenazeyan de ku gotibû ev bi fermana Serokkomarê AKP'î Erdogan hatine kirin, xwest ceza lê bê birîn.    * Di ser qetilkirina Abdulmecît Baskin re 30 sal derbas bûne, lê hê jî kiryarên wî nehatine darizandin. Kurê wî Eren Baskin got: "Kujerên sereke Agar û Çîller e."    * Li Semsûrê mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bi hatina havîne re pirsgirêkên mexdûrên erdhejê jî zêde dibin. Mexdûrên erdhejê yên di konan de diyar kirin ku êdî nikarin di konan de bimînin û gotin ku li benda konteyneran û alîkariye ne.    * Hasan (90) û Fatim Kalkan (75), 30 sal in li benda kurê xwe yê girtî Nesîmî Kalkan in. Tekane daxwaza dê û bavên Kalkan ew e ku berî koça xwe ya dawî kurê xwe bibînin.    * Cîgira Serokê Koma Çep a KE’yê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel sepanên li Girtîgeha Îmraliyê weke “wehşet” pênase kir û da zanîn ku ji bo biçe Îmraliyê dê serî li Konseya Ewropayê bide.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 792'yemîn de berdewam bike.    * Ciwanên kurd ên li Kadikoyê ji ber govendê gerandibûn û bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û parêzerên xwe dê li avahiya OHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Partiya Çepên Kesk dê ji bo hilbijartina Serokkomariyê ya tûra duyemîn li gelek bajaran xebatên xwe berdewam bike. (13.00-17.00)