Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan 2023-05-23 09:03:58   ŞIRNEX - Hasan (90) û Fatim Kalkan (75), 30 sal in li benda kurê xwe yê girtî Nesîmî Kalkan in. Tekane daxwaza dê û bavên Kalkan ew e ku berî koça xwe ya dawî kurê xwe bibînin.    Di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên dewletê yê "ewlehiyê" yên li Kurdistanê bi dehan gund hatin valakirin û şewitandin. Kurdistaniyên ku bi darê zorê ji warên xwe hatin derxistin û koçî bajaran kirin, li van deran jî rastî heman êrişan hatin. Dewleta ku qîma xwe tenê bi valakirina gundan neanî, gelek şêniyên gundan girtin û cezayê muebedê li wan birî. Yek ji van kesan jî girtiyê nexweş Nesîmî Kalkan e.    Kalkan, di sala 1992'yan de bi îdiaya ku "alikariya rêxistinê kiriye" hat girtin û 30 sal cezayê mûebbedê lê hat birîn. Kalkan, di vî 30 salî de li Bûra, Edîrne, Tarsûs, Sîlîfke, Tekîrdag, Dîlok, Amed, Şirnex, Mêrdîn û Erziromê di girtîgehan de maye. Kalkan, niha jî di Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yêd e ye. Kalkan, 5 sal beriya niha bi nexweşîna çolyakê ketiye û niha di şert û mercên girtîgehê de li hember vê nexweşînê têdikoşe. Lê tevî hemû hewldanên malbatê yên ji bo berdana wî, nehat berdan.    Tekane daxwaza dê û bavê Kalkan ku 3 meh ji temamkirina înfaza wî re maye, ew e ku beriya koça xwe ya dawî kurê xwe bibînin. Ji ber ku înfazên girtiyan bi hincetên cuda tên şewitandin, Fatim Kalkan (75) ku nexweşîna KOAH'ê pê re heye û Hasan Kalkan (90) ku nexweşîna dil pê re heye, bi fikarin ku înfaza kurê wan jî bê şewitandin. Dê û bavên Nesîmî Kalkan li benda berdana wî ne.    ÇAVÊ WAN LI RÊYA WÎ YE   Hasan Kalkan diyar kir ku ev 15 sal in ew neçûye girtîgehê cem kurê xwe û got ku berî koça xwe ya dawî dixwaze kurê xwe bibîne û wiha axivî: "Kurê min ev 30 sal in di bin erdê de tê girtin. Nexweş e, nikare xwarinê bixwe. Xwarina ji genimî ji wî re qedexe ye. Em dixwazin ku êdî ji girtîgehê derkeve û bigihîje azadiya xwe. Dixwazim ku ew jî weke her kesî vegere mala xwe. Ji ber nexweşiya xwe ev 15 sal in ez nikarim biçim cem wî û ev 15 sal in jî min ew nedîtiye. Ji roja ku hatiye girtin heta niha tenê ez du caran çûme cem wî. Ez nexweş im, her nexweşî li min peyda bûne, nikarim biçim hevditinê. Ez di rêyan de diwestim û dilê min li hev digere. Rê pir dûr e, nikarim biçim. Niha tenê daxwaza min ew e ku bê berdan. Ez gelek bêriya kurê xwe dikim. Ez dua dikim û dibêjim, xwe,dê hema hê ez nemirime dixwazim kurê xwe bibînim. Hê gelek ciwan bû dema ku hat girtin. Zaroka wî nû çêbûbû. Ew zaroka wî mezin bû, zewicî û zaroka wê jî çêbûn lê ew hê di girtîgehê de ye. Ma ev tişta ku dikin wijdani ye? Daxwaza min ew e ku rojek berî rojekê bê berdan û bigihîje me, destê me bigihîje hev du. Emrê min bûye 90. Dixwazim hê sax im, kurê xwe carekê bibînim. Çavê me li rêyê wî ye û em dibêjin ha îro wê bê ha sibê. Ev 30 sal in di girtîgehê de y. DI 30 salên borî, de bi qasî niha neqehirîbûm."    'CEZAYÊ WAN XELAS DIBIN JÎ BERNADIN'   Kalkan anî ziman ku baweriya wan bi edaletê nemaye û got ku ew bi fikar in ku înfaza kurê wî jî mîna bi dehan girtiyan bê şewitandin û got: "Gelek girtiyên nexweş ên wekî kurê min hene, lê Wezîrê Dadê wan bernade. Em dixwazin ew girtî hemû bên berdan. Tirsa me ew e ku wekî girtiyên din înfaza wî jî bê şewitandin. Em extiyar in û li benda berdana wî ne. Cezayê wan xelas dibe jî wan bernadin. Ji ber vê zêde baweriya me bi edeletê tune ye. Niha sê mehên wî mane. Hêvî dikim ku bê berdan û em wî bibînin."   Fatim Kalkan jî got ku ji roja ku kurê wê hatiye girtin heta niha ew çûye gelek girtîgehan. Kalkan bilêv kir ku gelek nexweşîn lê peyda bûne û hestên xwe wiha anî ziman: "Ez ji qehran pîr bûme. Piştî kurê min her nexweşî li min peyda bû. Piştî kurê min tu jiyana min nema. Di van 30 salan de tu girtîgeh nema ku em lê negeriyane. Ez qehra keça wî, hevjîna wî û ya wî dixwim. Ev barekî gelek giran e. Ez derdê wî gelek dikêşim. Berê kurê min Yûsûf jî tê de bû. Baş e ku ew berdan û niha qehra Nesim dikêşim. Hêviya min ji edeletê nîn e, bi Xwedê heye. Heke tiştekî dernexînin û înfaza wî neşewitînin, bi destûra XWedê dê derkeve. Çavê me li rêya wî ye."    MA / Zeynep Durgut