30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e 2023-05-23 09:15:11   WAN - Di ser qetilkirina Abdulmecît Baskin re 30 sal derbas bûne, lê hê jî kiryarên wî nehatine darizandin. Kurê wî Eren Baskin got: "Kujerên sereke Agar û Çîller e."    Di salên 1990'î de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 17 hezar kes bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin. Yek ji van kesan jî Abdulmecît Baskin bû. Baskin, gava li Enqereyê Midûrê Serjimariyê yê navçeya Altindagê bû, di 30'yê îlona 1993'yan de bi 3 guleyan hat qetilkirin. Eren Baskin ku gava bavê wî hat qetilkirin 5 salî bû, behsa bêedaletiya ku 30 sal in didome kir.    Eren Baskin ê ku niha parêzeriyê dike û endamê ÎHD'ê ye diyar kir ku bîranîneke wî û bavê wî bi hev re tune ye û got: "Ez çi qas zorê didim xwe jî, tiştekî û min û wî yên bi hev re nayê bîra min. Jixwe xirabiya herî xirab a ku dewletê da min jî her hal ev e. Gelek ji me , çendî xemgîn bin jî, hê jî di warê pirsîna aqûbeta xizmên xwe de zehmetiyê dikişînin. 30 sal derbas bûne, lê hê jî tu tişt neguheriye. Polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin ku bavê min kuşt, paşê hat berdanç Çarkin li dadgehê got, wî û 10 polîsan ev cinayet kirine. Dadgehê der barê sûcdarên din de biryara warestayê ya ji danişînan da. Gava Çarkin bi awayekî girtî tevlî danişîna ewil bû û li paş xwe zîvîrî û kes nedît, wiha got; 'We yeqînî bi gotinên min anîn û we ez girtim. Lê me ev cinayet tevî kesên ku diviyabû li pişt min rûniştî bin kir. Çima hûn yeqîn nakin? Çima ez girtî me?' PIştî vê Çarkin jî hat berdan."      ‘KUJERÊN SEREKE AGAR Û ÇÎLLER E'   Baksin destnîşan kir ku kujerên sereke yên bavê wî Mehmet Agar û Tansû Çîller e û wiha got: "Halî hazir niha merciyeke ku van kesan bidarizîne tune ye. Mehmet Agar, berê ji ber rêveberiya rêxistina çekdarî hatibû girtin, lê tenê salekê girtî ma. Agar dê bi cezayê muebeda giran bihata darizandin. Cezayê wî yê ku lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilidn ve hatibû pesendkirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilidn ji bo cezayê wî yê pesendkirî biryara beraetê da û bi vî awayî girtina wî ji holê hat rakirin. Pergala edaletê li gor kesan tê şixulandin."      HÎN NEBÛ KU KÊ KURÊ WÊ KUŞTIYE   Baskin bibîr xist ku bapîra wî Meryem Baskin dayikeke Şemiyê bûye û got: "Babpîra min dayê Meryem, hîn nebû ku bê kê kurê wê yê bi saîqên siyasî hat qetilkirin kuştiye. Heya sax bû dua kir. Tenê dixwas bersiva prisa 'çima'yê hîn bibe. Ez dibêm, dikaribû efû jî bike, lê ger bihatana lêborîna xw ebixwestana. Wiha difikirî ku ger bihatana lêborîn bixwestana, dê kezeba dayikine din neşewitiyana. Feraseteke ev qas zircahil rabû bavê min qetilkir û wekî ku tiştek nebûbe jiyana xwe didomînin. Ev pir li zora min diçe."    Baskin bal kişand ser biryara dadgeha îstinasê jî ku ji bo bersûcan biryara beraetê dabû û got: "Ev biryar, hêviya me ya ku dibe rojekê edalet etcelî bike jî perçe perçe kir."    ‘KOMAR WÊ TU CARÎ NEBE KOMAREKE ADIL   Baskin diyar kir ku cinayetên ku wê demê hatine kirin û kiryar nehatine cezakirin, ji bo cinayetên siyasî yên nû bûne zemîn û got: "Ji ber ku darizandinên duh rats nehatin kirin, îro heyeta dadgehê li Amedê tiiya xwe ji parêzerên Tahir Elçî re dihejîne û dibêje, 'ez ê we derxim derve.' ger Doza Mûsa Anter ji ber demboriyê nehatana girtin, îro dê dozger ji bo doza me jî beriyara bearetê nedana. Û ger darizandinên duh rats bihatan kirin, kujerên ku wer difikirin dê daraz wan biparêze, dê bi rihetî nikaribûna Denîz Poyrazê qetil bikirana. Komara Tirkiyeyê di warê hiqûqî de dê tu carî nebe komareke adil. Divê em ji dêvla hevrûbûnê, dustûra beihevrehesabdîtinê esas bigirin. Ger em vê esas negirin, sibê em ê bi tiştên hîn xirabtir re rû bi rû bimînin. Ev divê li bara dadgeheke adil bê kirin. Ger em jiyaneke adil berpêşî zarokên xwe nekin, belkî rojekê zarokên min jî di dest de wêneyekî bi xumam û li ser betonên sar li aqûbeta bavê xwe biprise. Ev têkoşîna hiqûqî ne têkoşîeneke ku bi kesekî bê kirin. Ger em bi hev re pêşî li ber van xirabiyan negirin, eşkere ye ku em ê sibê bi dîmeneke pir êşbar re rû bir û bimînin."    MA / Bêrîvan Kûtlû