Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye 2023-05-23 10:17:57 STENBOL - Hefteya Windayan bi nezelalkirina aqûbeta windayan û nedarizandina kujeran re ket sala 28’emîn. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî got: “Heke li vî welatî sûcên li dijî mirovan bên veşartin, em nikarin behsa demokrasiyê bikin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo li aqûbeta windayan bipirse û kujer bên darizandin û cezakirin, ji sala 1995’an vir ve her sal di navbera 17-31’ê Gulanê de wek “Hefteya Windayan” li dar dixe. ÎHD li gel Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li aqûbeta bi hezaran windayî digerin û dixwaze kujer bên dîtin û cezakirin. ÎHD her sal di çarçoveya Hefteya Windayan de çalakiyên cihêreng li dar dixe.    TÊKOŞÎNA 28 SALAN DIDOME…    Seroka ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî têkidlarî têkoşîna edaletê ya 28 salan a ji bo windayan nirxand û got: “Em wek ÎHD’ê li gel Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan 28 sal in têdikoşin da ku edalet pêk were. Em hewl didin malbat, dayik bigihîjin gor û hestiyên zarokên xwe. Pêvajoya ku çalakiyên Dayikên Şemiyê û ÎHD’ê dest pê kir qonaxek girîng bû, çimkî wê çaxê jî bênavber mirov dihatin revandin, qetilkirin û windakirin. Ev 28 sal in em dipirsin, kê van mirovan revand? Dayikên Şemiyê her hefte sûcê dewletê bi bîra wê dixe û dibêjin, ‘we sûc kiriye, sûcên xwe eşkere bikin’. Lewma dewlet her hefte çalakiyên me asteng dike û dixwaze Dayikên Şemiyê bedeng bike. Lê 28 sal in tevî hemû zext, binçavkirin û girtinan jî çalakiya bê navber didome. Li vî welatî li dijî mirovan sûc hatine kirin û tên kirin. Hê jî rastiya van sûcan tê veşartin. Heke ev rastî were veşartin mirvo nikare li welat behsa demokrasiyê bike.”