Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike 2023-05-23 11:31:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên Wargeha Mexmûrê, wiha bang li hikumeta ku dixwaze wargehê dorpêç bike kir: “Dest ji biryara xwe berde, guhdariya gel bike.”   Wargeha Mexmûr ku Tirkiye bi êrişên hewayî her tim hedef digire, ji aliyê artêşa Iraqê ve 4 roj in hatiye dorpêç kirin. Artêş dixwaze dora wargehê bi têlan bigire û kuleyan ava bike. Mexmûriyên li dijî vê yekê derdikevin ji 7 salî heta 70 salî li dijî dorpêçê li ber xwe didin. Artêşa Iraqê ya piştî berxwedana gelê Mexmûrê neçar ma muzakereyê qebûl bike, tê payîn ku dê îro derbarê wargehê de biryara dawî bide. Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlan û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yên Mexmûrê Bêwar Onver geşedanên dawî yên qewimîn nirxandin.   ‘DIVÊ HER KES LI BER XWE BIDE’    Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen, bi lêv kir ku Iraq dixwaze dora wargehê bi têlan dorpêç bike û destnîşan kir ku gel wê vê yekê qet qebûl neke. Bîlen, diyar kir ku mexmûrî 30 sal in li ber xwe didin û wiha got: “Gel tu caran êriş qebûl nekirin û li dijî êrişan tu car serî netewand. Em ê dîsa li ber xew bidin û berxwedana Mexmûrê bilind bikin.”   Bîlen, da zanîn ku hatin û çûyîna Mexmûrê hatiye qedexekirin û wiha berdewam kir: “Heke wiha berdewam bike wê rîskeke mezin derkeve holê. Em ê di mijara pêdiviyên bingehîn ên weke erzaq, derman, av û xurekan de pirsgirêkên cidî bijîn. Di roja ewil a êrişê de kesek birîndar bû û birîndarê me bi saetan li vir ma. Em vê hewldana Hikumeta Iraqê şermezar dikin. Li vir pirsgirêkeke cidî heye. Em bang dikin ku herkes li ber xwe bide û xwedî li Wargeha Mexmûrê derkeve.”   GEL DI BERXWEDANÊ DE BI BIRYAR E    Endamê Komîsyona Karên Derve ya Mexmûrê Bêwar Onver jî anî ziman ku gel bi berxwedanê bersiva dorpêça Iraqê da û bi bîr xist ku gel pêşî li artêşa Iraqê girt û nehişt ku pêş bikeve. Onver, bi lêv kir ku berxwedana gel berdewam dike û wiha got: “Li derdora wargehê gelek leşker hene. Lê gelê wargehê jî ji bo berxwedanê ye bi biryar e. Ev hewldana hikumeta Iraqê gelek xelet e. Hikumet xizmeta kesên ku dixwazin li ser axa Iraqê bibin mêtînger dike. Hikumet li Iraqê li ser navê demokrasiyê tiştekê nake lê xwe weke hikumeteke demokratîk nîşan dide. Ev hewldana wan wê wan têxe rewşeke nebaş. Em her tim alîgirin ku wê hin tişt bi diyalogê bên çareser kirin.”   BANGA PIŞTGIRIYÊ    Onver di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Kes bi darê zorê nikare vîna gelê Mexmûrê bişikîne. Divê hikumeta Iraqê careke din vê hewldanê li ber çavan derbas bike û dest ji vê biryara xwe berde. Bi hikumetê re hevdîtin hatin kirin û hin diyalog hatin kirin. Lê niha tu encam nînin. Rayedarên leşkerî hatin lê ew jî dibêjin ‘ev fermaneke’. Divê hikumeta Iraqê dest ji vê biryara xwe berde û guhdariya gel bike. Hikumeta Iraqê di demên dawî de bi dewleta tirk re tifaq kiriye. Çawa ku dorpêç dest pêk kir rayedarên tirk û televizyonên tirkan ev yek bi awayekî zelal anî ziman. Mesele ne tenê têl kirine. Em bang li gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê dikin ku piştgiriya Mexmûrê bikin.”