Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne 2023-05-23 11:59:35   RIHA - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar bi gotina, “em dikarin bi hev re biguherînin” banga beşdariya hilbijartina 28’ê Gulanê kir û wiha got: “Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din tune ye.”   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar bûne remza edalet, ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn dê di 28’ê Gulanê de bê lidarxistin banga beşdariyê kir û xwest her kes biçe ser sindoqan û rayên xwe bidin.    ‘NEHIŞTIN ÎRADEYA GEL ENCAM BIDE’    Ferît Şenyaşar bal kişand ser girîngiya hilbijartina 28’ê Gulanê û bang li hemû hilbijêran ango welatiyan kir ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Şenyaşar bal kişand ser dek û dolabên hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Ji ber zext û dekûdolaban mixabin di hilbijartina 14’ê Gulanê de nehiştin ku îradeya gel xwe nîşan bide.”   ‘EM Ê GUHERTINÊ PÊK BÎNIN’    Şenyaşar destnîşan kir ku her çiqas di 14’ê Gulanê de serkeftina dixwest bi dest nexistin jî lê dîsa jî îktidara AKP’ê sekinandine û hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re maye û wiha axivî: “Ev hilbijartina 28’ê Gulanê pir dîrokî ye. Lewma em li qadan e û xebatên xwe didomînin. Her kes ji rewşa heyî bi gilî û gazin e. Dikandar perîşan bûne. Gel ketiye nava krîza dijwar a aboriyê. Ji bo vê yekê jî her kes guhertinê dixwaze. Em ê di 28’ê Gulanê de bi awayek xurt li ser sindoqan bin. Ji bo îradeya gel di sindoqan de encam bide, em ê têbikoşin bikevin nava hewldanan da ku em li Tirkiyeyê guhertinê pêk bînin. Ji bilî guhertinê tu şansê me nîne. Heke ev îktidar ango Erdogan di vê hilbijartinê de bi ser bikeve wê felaketek mezin li pêşiya Tirkiyeyê be. Gelê me jî di ferqa vê yekê de ye û gelê me bi awayek fikar li benda hilbijartinê ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vê îktiarê biguherînin. Em dibêjin; em dikarin bih ev re biguherînin. Bila gelê me bêhêvî nebe. Wê guhertin pêk were lê bila gelê me tenê biçe ser sindoqan. Heke her kes wezîfeya xwe pêk bîne, guhertin jî dê mimkûn be.”    MA / Omer Akin