Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê 2023-05-23 14:04:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî têkildarî rewşa Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxwaznameyek da Parlamentoya Iraqê û xwest ku xwe ji Mexmûrê vekişînin.    Artêşa Iraqê ji 20’ê gulanê ve hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike û kuleyên leşkerî lê ava bike. Xelkê Mexmûrê jî li dijî vê hewldana dorpêçkirinê derket û nobetê digire. Hewldana dorpêçkirina Mexmûrê rastî nerazîbûna gelek derdoran hat û partiyên siyasî yên Başûr jî bang li hikûmeta Iraqê dikin ku ji vê şaşiya xwe vegerin.    Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya rewşa Mexmûrê li Silêmaniyeyê çû serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê. Di serdanê de şandeya Tevgera Azadî daxwaznameyek radestî endamên parlamentoyê û Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoya Iraqê kir.    ‘PLANA HEVBEŞ A TIRKIYE, IRAQ Û PDK’Ê YE’    Di daxwaznameyê de Tevgera Azadî wiha dibêje: “Hêzeke leşkerî ya ser bi Hikûmeta Iraqê ve bi çekên giran êrişî xelkê wargehê kir û di encamê de 2 penaber birîndar bûne. Piştî aloziya rojên borî, şandeyeke leşkerî bi nûnerên xelkê wargehê re civiya. Ji wan re gotine; ‘Tirkiyeyê ji Hikûmeta Iraqê re ragihandiye ku heke ev wargeh neyê belavkirin, dê Tirkiye şerê avê bi Iraqê re bike. Ji bo vê Tirkiyeyê ji Iraqê xwestiye ku derdora wargehê bi têlan dorpêç bike û piştre jî were belavkirin.’ Ev tevek jî planên hevbeş ên di navbera Iraq, Tirkiye û PDK’ê de ne.   JI BER AMBARGOYÊ ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li şûna ku karê wan hêsan bikin, PDK ev çar sal in rê li wan girtiye û hezaran kes bêkarin, ji xwendinê bûne. Nahêlin jinên ducanî derbasî nexweşxaneyên Hewlêr û Silêmaniyeyê bibin. Çendek zarokan di vê ambargoyê de jiyana xwe ji dest dan. Em weke Tevgera Azadî van binpêkirinên li dijî xelkê Mexmûrê şermezar dikin, bang dikin êdî xelkê wargeha Mexmûrê nexin nava pêşbaziya siyasî. Bang li Iraqê dikin ku bi rêya yasayên navneteweyî pirsgirêka sînor û avê bi Tirkiyeyê re çareser bike.”