Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin 2023-05-23 15:02:24   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de Hevserokên HDP’ê yên Bajêr ên berê û rêvberên niha jî di nav de nêzî 30 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve hate rêvebirin di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Hate ragehandin ku di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate rêvebirin de 4 jê ji Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin binçavkirin.     Hate diyarkirin ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajêr Omer Farûk Kiriç, rêveberên HDP’a Bajêr Seza Buyukkiliç, Tûrgût Haskan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Bajêr ê Berê Veysel Kûtlûay li Çanakkaleyê, rêveberê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) ê Navçeyê Mehmet Akyurek jî li navçeya Keşan a Edîrneyê hatiye binçavkirin.    Kesên hatine binçavkirin dê bibin Tekîrdagê.   Hate hînbûn ku li Tekîrdagê jî di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên berê û rêveberên niha hene. Di dosyaya lêpirsînê de biryara nepen heye.    Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hîlmî Karaoglan, Zubeyde Karaoglan, Serkan Karaoglan, Senem Ozbey, Servet Taşkin, Mehmet Akyurek, Sîbel Kayikçi, Cezmî Yaman, Rahmî Dîrek, Ayla Eroglû, Omer Farûk Kiriç, Denîz Erdem, Seza Buyukkiliç, Veysel Kûtlûay, Tûrgût Haksal.”