Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e? 2023-05-23 15:21:38   STENBOL - Ciwanê bi navê Îdrîs Akpinar ku ji ber kişandina dîmenên ciwanên ji ber gerandina govendê li Kadikoyê hatin binçavkirin û îşkencekirin hatibû binçavkirin û îşkencekirin bertek nîşan da û ev pirs kir: “Gelo ma gerandina govendê sûc e?”    Komeke ciwanan dema li navçeya Kadikoy a Stenbolê li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan. Dema ciwan li dijî vê derketin jî rageşî derket, polîsan êrişî ciwanan kir, gule berdan hewa û bi îşkenceyê binçav kirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî bûyerê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokên OHD’a Stenbolê Esra Bîlen û Gurkan Îsteklî, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de ji ewil Esra Bîlen axivî û got ku piştî dîmenên îşkencekirina ciwanan li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin, rewşê jinêzve dişopînin û ev tişt anî ziman: “Polîsan ji ewil bombeyên gazê avêtin, piştre gule berdan hewa û bi vê yekê re gef li ewlehiya cemaweriyê xwarin. Ev yek îşkence ye. Polîsan ciwan birin qereqolê, li vê derê ji pişt ve hatin kelemçekirin, pêdevî li erdê hatin dirêjkirin li ber sirûda mehterê îşkence lê hate kirin. Têkildarî binçavkirina ciwanan em li qereqolan geriyan lê agahiyên bitendurist nedan me. Piştî me bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirî ji me re gotin bê ka çawa hatine îşkencekirin. Her wiha em dizanin ku tiliya polîsekî şikestiye. Lê em hîn bûn ku ev tilî di dema îşkenceyê de şikestiye. Me giliyê polîsan kir. Ji bo îşkenceyê demborîn tune ye. Hûn dê ji ber îşkenceyê bên darizandin. Em ê li dijî her cureyên binpêkirinan li cem gelê xwe bin.”    ÎŞKENCE VEGOT    Piştre jî Îdrîs Akpinar axivî û îşkenceya lê hatiye kirin vegot. Akpinar, îşkence wiha vegot: “Di saetên ber bi êvarê ve çûm Kadikoyê. Dema li wir digeriyam, min dît ku polîs hatin cem komeke ciwanan û dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê. Polîs jî li dijî vê derketin. Polîsan ciwan derb kirin û binçavkirin. Ciwanên din jî bertek nîşan dan. Li ser vê yekê polîsan gaza îsotê avêtin. Min jî di vê navberê de dîmen kişand. Polîs hatin cem min û ez jî binçav kirim. Min ji polîsan re got; ‘tişta hûn dikin sûc e. Divê ev sûc were dîtin.’ Lewma hatim binçavkirin. Dema bi wesayîtê dibirin qereqolê, hatim derbkirin. Li qereqolê em pêdevî li erdê hatin dirêjkirin û sirûda mehterê bi me dan guhdarîkirin.    MA GERANDINA GOVENDÊ SÛC E?   Piştre em birin nexweşxaneyê. Di vê navberê de polîsan ji me re gotin; ‘heke hûn bibêjin em hatine derbkirin, îcar vegera vê jî heye.’ Bijîşkê nexweşxaneyê ji me pirsî bê ka em hatine derbkirin an na. Me jî got em nehatine derbkirin. Li ser vê yekê bijîşk ji me pirsa; ‘ma hûn rûyê xwe nabînin?’ kir. Lê ji ber polîsan me nekarî bibêjin em hatine derbkirin. Gelo ma gerandina govendê sûc e? Tu sûcê wan ciwanan nebû.”   DIVÊ ALIYÊ NÎJADPERESTIYÊ BÊ LÊPIRSÎN   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku îşkence polîtîkayeke eşkere ya dewletê ye û wiha domand: “Ev yek tenê îşkence nîne. Îşkenceyeke bi feraseta nîjadperestiyê hatiye kirine. Heke em vê mijarê nîqaş nekin dê ev îşkence bidome. Îktîdareke wisa heye ku dijminê her aliyê kurdan e. Yên ji xwe re dibêjin muxalefet jî yên dibêjin îktîdar jî li ser dijminatiya kurdan propagandaya hilbijartinê dike. Di salên 90’î de îşkence hebû lê dewletê digot; ‘me nekiriye.’ Lê niha bi eşkereyî dikin. Ev rewş binpêkirina peymanên navxweyî û navneteweyî ye. Lê Ewropa kontrol nake bê ka bi peymanan tê kirin an na. Diviya bijîşk jî polîs derxista û muayene wisa bikira. Muayene li gorî Protokola Stenbolê nehatiye kirin. Zimanê tundiyê pir bi rehetî tê bikaranîn. Ewlehiya canê tu yek ji me tune ye. Em bi siyaseteke wisa re rû bi rû ne ku dijminê hebûna kurdan e. Dewleteke dijminatiyê li parêzer, siyasetmedar û rojnamegerên kurd dikin heye.”    ÎŞKENCEYA LI DAŞIRÊ   Serokê Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr jî têkildarî mijarê wiha got: “Faîlê îşkence û tundiyê dewlet û îktîdara AKP’ê ye. Di hemû qadên jiyanê de ev tundî û îşkence heye. Zimanê we dibe sedema mirina gelê me. Ma hûn qet ji xwe şerm nakin? Yê ku xwarina we dide kurd e. Lanet li siyaseta we be. Hevalekê me ji bo xwarinê ji binçavkiriyan re bibe çû qereqolê. Li vir hate îşkencekirin. Hevalê me ji qereqolê derket lê polîsan dîsa birin qereqolê û li daşirê îşkence lê kirin. Ciwanên rastî îşkenceyê hatin karkerên înşaetê ne û ji kar derketine. Mala van ciwanan şewitandin. Em wan pir baş nas dikin. Ew jî me ji Zindana Amedê nas dikin. Em ê îşkenceyê bişopînin. Her wiha di dîmenan de ciwan kulmekî di dane polîsekî lê ev yek xweparastine.”   FAÎL AKP-MHP YE   Bi domdarî Demîr ev tişt anî ziman: “Her kes dikare li wir muzîkê bike. Çima dema kurd dikin ev bûyer derdikevin. Hûn kî ne û li ser navê kê vê dikin? Heke dewlet li pişt wan nebûya dê nekariyan wiha bikin. Werin em xwe birêxistin bikin û vê faşîzmê biavêjin sergoya dîrokê. Çi dibe bila bibe em ê biçin ser sindoqê. Her kes ji we nefret dike û dê we têk bibin. Dê guherîn çêbibe. Berpirsyarê van êrişan îktîdara AKP-MHP’ê ye.”    HEKE DEWLETA HIQÛQÊ BÛYA DÊ BERSÛC POLÎS BÛNA    Parêzera ÇHD’î Ezgî Onalan jî got ku AKP kengî bitengije serî li nîjadperestiyê dide. Onalan, destnîşan kir ku îşkenceya li qereqol û kolanan zêde dibe û qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz bi bîr xist. Onalan diyar kir ku dê li dijî îşkenceyê bisekinin. Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî jî wiha axivî: “Dema em li sozên AKP’ê yên sedsalê dinihêrin, dibînin ku di sedsala nû de ji bo kurdan soza îşkenceyê dide. Heke wisa nebûya dê li qereqolan sirûda mehterê nedabûna guhdarîkirin. Suleyman Soylu duh jî parêzer hedef nîşan da. Em li vir in û bi hemû kesên rastî îşkenceyê tên re ne. Me duh jî gotibû û îro jî dibêjin; heke ev dewlet dewleta hiqûqê bûya dê ne ciwanên rastî îşkenceyê hatin lê polîs derketibûna pêşberî dadger. Dadger li şûna ku ji ciwanan pirsên weke ‘we çima stran vekirin, we çima govend gerand’ bike, bila ji polîsan bipirsiya bê ka çima îşkence li ciwanan kirine.”