Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin 2023-05-23 16:48:57 AMED - Xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê Ferhat Çelîk ku ji bo îfade bide çû Qereqola Hûzûrevlerî, hat binçavkirin.    Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya (MA) Ferhat Çelîk ji bo di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê derbarê wî de jî daye destpêkirin, çû Qereqola Hûzûrevlerî ya li navçeya Peyaza Amedê. Çelîk li qereqolê hat binçavkirin.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de di 25’ê Nîsanê de li 21 bajaran serdegirtinên malan hatibûn kirin û 191 kes hatibûn binçavkirin. Rojnamevan, parêzer û siyasetmedar jî di nav de zêdetirî 50 kesî hatibûn girtin.    Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) jî di çarçoveya heman lêpirsînê de îro dema ji Almanya vedigeriya Amedê li Balafirgeha Amedê hat binçavkirin. Karûbarên binçavkirinê yên Kanîwar didomin.