Li Edeneyê 12 kes hatin berdan 2023-05-23 21:12:19     EDENE - Li Edeneyê 12 kesên ku di çaçroveya operasyona bi navenda xwe Mêrsîn de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, îro danê sibehê li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê 28 kes di avêtina ser malan d ehatin binçavkirin. Li Edeneyê Şemsa Bagdû, hevjîn xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû ku di 14'ê Cotmeha 2014'an de li Edeneyê ji aliyê DAIŞ'iyan ve hatibû qetilkirin, Mûrat Tûrgay, Ahmet Bûlût, Ferîde Karavîl, Alî Haydar, Remzî Alagaş jî di nave de 12 kes ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal û pereyên ku ji girtiyan re şandine hatin binçavkirin.    Kesên binçavkirî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. Hat hînkirin ku li midûriyeta polîsan ji kesên hatibûn binçavkirin pirsên wekî "Malbata binirx çi ye? Ji kê re malbata binirx tê gotin? Heyva Sor çi ye? Ji Ewropayê pere ji we re hatiye yan na? Niha hûn çi karî dikin? Hûn dixwazin sûdê ji qanûna poşmanîtiyê bigirin? Haya we ji zarokên we yên li çiyê heye?" hatine pirsîn û bi "propagandaya rêxistinê" hatine tawanbarkirin.