ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN 2023-05-24 09:00:10   * Parlementera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvistê diyar kir ku tecrîda Îmraliyê ne tecrîdeke di çarçoveya "sûc-ceza" de ye, tecrîdeke "tolhilandinê" ye û ji bo bêdengiya raya giştî ya Ewropayê ya ji bo tecrîdê ye jî got cihê "şermê" ye.    * Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren destnîşan kir ku dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne û bang kir ku di 28'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqê.    * Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê ÎLknûr Bîrol diyar kir ku tûra duduyan a hilbijartin serokkomariyê di wesfê referandûmê de ye û got: "Ji bo avakirin û diyarkirina siberoja xwe, em di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin."    * Rojnamevan Ceylan Şahînlî ku piştî 7 mehan hat berdan, bal kişand ser îdiayên di dosyeyê de û got ku di dosyeyê de hatiye xwestin ku kar û barên pîşeya wan bên krîmînalîzekirin. Şahînliyê got ku çi dibe bila bibe ew ê di rojnamevaniyê de israr bikin.    * Maxdurên erdhejê yên Semsûrê ku li navenda Semsûrê dimînin bal kişandin ser karesata erdhejê ku alîkariya wan nehatibû kirin û gotin ku êdî ew guherînê dixwazin ji ber vê jî dê hilbijartina 28'ê Gulanê de rayên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.    * Endama PADÊ’yê Qehtan Xelîl anî ziman ku êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê girêdayî hev in û wiha got: “Di çarçoveya peymanê de xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê hatiye firotin. Heke bikarin vê xetê bi dest bixin dê her planên xwe pêk bînin. Divê em rê nedin vê.”    * Leyla Kaplan Kertîş a OHD’î diyar kir ku pirsgirêka tecrîda li Îmraliyê pirsgirêkeke civakî ye û got ku bi tecrîdê hewl tê dayîn ku peywendiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi civakê re qut bikin.   * Şêniyên Wanê bal kişandin ku dê hilbijartina Serokkomariyê di nava “faşîzm û demokrasiyê” de be û wiha got: “Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 793'yemîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran dê xebatên hilbijartina Serokkomariyê ya 28'ê Gulanê berdewam bike. (10.00-21.00)   * Rewşenbîr, nivîskar û hunermend li hotêlek Taksîmê dê têkildarî hilbijartina serokkomariyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)    * ÎHD'a Edeneyê dê têkildarî Hefteya Windayan li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî bide. (12.30)   * ÎHD dê li gelek bajaran têkildarî sûcên li zarokan tên kirin daxuyanî bide. (12.30-14.00)