Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine 2023-05-24 09:06:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama PADÊ’yê Qehtan Xelîl anî ziman ku êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê girêdayî hev in û wiha got: “Di çarçoveya peymanê de xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê hatiye firotin. Heke bikarin vê xetê bi dest bixin dê her planên xwe pêk bînin. Divê em rê nedin vê.”    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta Iraqê bi zexta Tirkiye û DYA’yê di 9'ê cotmehê sala 2020'an de “Peymana Şengalê” îmze kirin. Her du alî dixwazin vê peymanê pêk bînin û di vê çarçoveyê de serî li gelek provokasyon û êrişan didin. Ji hêla din ve jî Tirkiye bi êrişên xwe yên hewayî hewl dide bingeha vê planê ava bike. Tirkiyeyê herî dawî duh di danê sibehê de li mintiqeya Barê ya gundê Xelef ê Şengalê li dijî malekê bi SÎHA’yan êriş kir. Tevî hemû êrişan jî civaka êzidî li dijî pêkanîna peymanê li ber xwe dide. Li hêla din artêşa Iraqê jî hewl dide dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlên direhî bigire û kuleyên leşkerî lê ava bike. Xelkê Mexmûrê jî li dijî vê hewldanê li ber xwe dide.    Endamê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Qehtan Xelîl têkildarî êrişên li ser Şengalê û geşedanên li herêmê bi ajansa me re axivî.    Qehtan Xelîl   'DIVÊ ÊZIDÎ XWE BIPARÊZIN’   Qehtan Xelîl, anî ziman ku Peymana 9'ê Cotmehê dê bi ser nekeve û wiha got: “Tifaqa 9'ê Cotmehê ku li dijî êzidiyan hatiye îmzekirin, em qebûl nakin. Heke ev peyman ji bo parastina berjewendî û destkeftiyên êzidiyan hatibûya çêkirin dê bi destûra îradeya êzidiyan bûbûya. Heke bi kêrî êzidiyan bihata dê mezinên êzidiyan û parlamenterên wan jî tê de cih bigirtina. Lê mixabin beyî vîna êzidiyan hate çêkirin û cih nedan êzidiyan. Niha jî dixwazin vê peymanê pêk bînin. Di bin desthilatdariya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê de qirkirineke mezin li ser êzidiyan hat. Hikûmeta Kurdistanê bi awayeke eşkere pişta xwe da êzidiyan û parastina wan nekir. Ew kesên ku bûne sedema mirina sê hezaran êzidiyan, em ê qebûl nekin. Divê ku civaka me xwe ji van dûr bikin û li dijî wan parastina xwe bike.”    'EV XET HATINE FIROTIN’   Xelîl, bi lêv kir ku dewleta tirk, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê li hev hatine û dixwazin plana xwe ya li ser Şengal û Mexmûrê pêk bînin. Xelîl, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê hatine firotin. Hatin û çûna Rojava li ser van xetan dibe. Ev jî yek ji plana vê peymanê ye. Dema dixwazin tiştekî bikin, ji ewil li ser van her sê xetan aloziyan derdixînin. Heke ku vê xetê desteser bikin dê bikarin hemû planên xwe pêk bînin. Lê ji bo wan cihê herî esasî Şengal e. Divê em rê nedin vê planê. Di vê mehê de 3-4 caran xwestin li Şengalê provakasyonan bikin. Dema têk çûn jî îcar berê xwe dan Mexmûrê. Ev yek nîşaneya planên wan ên qirêj yên li ser vê xetê ne. Li gorî hizra me ev xet hatine firotin. Li Iraqê tiştekî bi navê hiqûqê tune ye. Îro Hikûmeta Kurdistanê û Iraqê çi bike jî kesek dengê xwe dernaxe. Îro tenê Şengal li dijî neheqiyê derdikeve û doza heqê xwe dike.”    'EM PIŞTIGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANA WAN'   Herî dawî jî Xelîl bal kişand ser êrişên li dijî Mexmûrê û ev tişt anî ziman: “Em piştgiriyê didin berxwedana xelkê Mexmûrê. Ev demekî domdirêje xelkê Mexmûrê li dijî polîtîkayên zilmê disekine û daxwaza mafên xwe dike. Ji ber ku Şengal û Mexmûr li ber xwe didin, zilm û êrişên li ser wan zêdetir dibin. Em piştgiriyê didin berxwedana wan. Her wiha dem hatiye ku xelkê Şengalê li xaka xwe vegere. Raste malên gelek ji wan xerab bûne lê ew dikarin bên li ser erdê xwe konê xwe vegirin û bijîn. Ji serdema Sedam heta niha Şengal vala nebûye û divê vala nebe jî. Ji bo ku xelkê me li xaka xwe venegere ev êriş tên kirin. Divê xelkê me vegere û li ber xwe bide. Çi dibe bila bibe divê em bi hev re li ber xwe bidin.”   MA / Zeynep Durgut