Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye 2023-05-24 09:06:29 STENBOL - Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvistê diyar kir ku tecrîda Îmraliyê ne tecrîdeke di çarçoveya "sûc-ceza" de ye, tecrîdeke "tolhilandinê" ye û ji bo bêdengiya raya giştî ya Ewropayê ya ji bo tecrîdê ye jî got cihê "şermê" ye.    Zêdetirî 2 sal in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de, nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi piranî bêbersiv tên hiştin û yên tên bersivandin jî bi hincetên cuda tên redkirin.    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku di 25-27'ê Çileya 2023'yan de hat Tirkiyeyê û li Stenbol, Enqere û Amedê hevdîtin bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re kir, di 28'ê Çileyê de li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li dar xisti. Delegasyona Aştiyê ya Îmrlaiyê ya Navneteweyî jî, di navbera 11-12'ê Gulanê de li Stenbolê têkildarî tecrîdê hin hevdîtin kirin. Endama Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvistê, têkildarî hevdîtinên xwe yên di warê tecrîdê de û xebatên xwe yên di vî warî de axivî.    Ann Jessica Therese Karlqvist   ARMANCA TECRÎDÊ   Karlqvistê diyar kir ku di serdanên li Kurdistan û Tirkiyeyê de hem tecrîda li ser Abdullah Ocalan hem jî tecrîda li ser girtîgehan raçav kirine û got: "Îmralî, hem di warê mafên mirovan ên navneteweyî de hem jî di warê neteweyî de bi temamî li dijî hiqûqê ye."    Karlqvistê destnîşan kir ku tecrîda ku Tirkiye li ser Abdullah Ocalan pêk tîne, ne di çaçroveya "sûc-ceza" de ye, berevajî vê veguheriye awayekî "tolhilandinê". Karlqvistê bal kişand ser 21 salên desthilata Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û got: "Wer xuya ye, Erdogan dixwaze Ocalan tune bike. Pergala tecrîdê ji bo Erdogan, bi hêviya ku Ocalan tevî gotin û fikirên wî ji holê rake derketiye holê."    MONTE KKRÎSTO KONT   Karlqvistê destnîşan kir ku pergala tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan têkildarî neçareserkirina meseleya kurd e û got: "Rewşa Ocalan a li Îmraliyê, qethiyen nêzîkbûna Erdogan a ji bo meseleya krud temsîl dike. Dixwaze Ocalan tecrîd bike, bêdeng bike û tune bike. Ji bo vê jî çi ji desta tê dike. A rast ev tecrîd ne tecrîdeke ku li şexsê Ocalan tê kirin, tecrîdeke ku li gelê kurd, aktivîst, piştgir û sempatîzanên tevgera wan a siyasî tê kirin. Tiştên ku li Îmraliyê diqewimin, li tu dera cîhanê tune ne. Ocalan, 24 sal in li orta Behra Marmarayê, di girtîgehekê de ye ku bi taybetî ji bo wî hatiye avakirin. Bi awayekî cografî û qanûnî tê tecrîdkirin û ji aliyê bi sedan gardiyanan ve tê girtin. Rewşa Ocalan, romana 'Monte Krîsto Kont' tîne bîra mirov, lê mehkûmê di romanê de tenê 14 salan hatibû tecrîdkirin. Mirov nikare tu tiştî bi şert û mercên ku Ocalan tê de ye, berawird bike."    Karlqvistê diyar kir ku piştî serdanên xwe yên li Tirkiyeyê li Ewropayê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din, gelek xebat kirine. Karlqvistê ji bo bêdengiya raya giştî ya Ewropayê ya ji bo tecrîdê jî got: "Êdî ez westiyam bibêjim, ev cihê şermê ye. Cotstandardiyek tê pêkanîn. Erdogan dixwaze di her warî de qada navneteweyî têxe bin kontrola xwe."    MA / Ergîn Çaglar