Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin 2023-05-24 09:45:23   WAN - Şêniyên Wanê bal kişandin ku dê hilbijartina Serokkomariyê di nava “faşîzm û demokrasiyê” de be û wiha got: “Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin.”   Nûçeyên dîrokê yên 14 Gulanê derbas bûn, niha hilbijêr ji bo hilbijartina tûra duyemîn ku dê di 28’ê Gulanê de bê kirin xwe amade dikin biçin ser sindoqan. Şêniyên Wanê ku beriya hilbijartinê me mîkrofonn dirêjî wan kirin, anîn ziman ku dê namzetê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayîp Erdogan ê kurd û Kurdistanê nas nake bişînin.    ‘HILBIJARIN DI NAVBERA FAŞÎZM Û DEMOKRASIYÊ DE YE’    Resûl Yildirim ê qala girîngiya hilbijartina tûra duyemîn kir wiha got: “Ev hilbijartin dê di navbera demokrasî û faşîzmê de be. Em ê an faşîzmê an jî demokrasiyê hilbijêrin. Pergala aboriyê gelek xerab e lê pêşengtiya me ev nîne, li welat hiqûq nemaye, edalet têk çûye. Ji bo demokrasî jinûve bê avakirin, ji bo girtiyên me yên siyasî li hawîrdoreke azad siyasetê bikin divê ev pergal were guhertin. 20 sal in welat bi rê ve dibe û guhertinek pêwîst e, ji ber ku nikarin bi rê ve bibin. Em ji bo tûra duyemîn bi hêvî ne, divê her kes xwedî li vîna xwe derkeve. Kesên ku edalet û demokrasiyê diparêzin destê xwe ne deynin bin kevir dê ev pêvajo wisa berdewam bike, heta dê xerabtir bibe berdewam bike. Em piştevaniya Kiliçdaroglû dikin ji ber ku divê ev pergal were guhertin.”   ’20 SAL IN ZILMÊ LI KURDAN DIKIN’    Cebraîl Şukruoglû yê anî ziman ku gelê kurd dê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû bike ev tişt gotin: “Îşelah em ê encameke baş bigirin û Tayîp Erdogan têk bir. 20 sal in zilmê li kurdan dikin, komkujî pêk anîn, dê ji van çi hêvî bikî? Divê herkes deng bide û xwedî lê derkeve. Deng hatin dizîn, her tişt di destê wan de ye û weke ku dixwazin bikaranîn, ez bang li gelê me dikim ku biçin ser sindoqê. Em ê teqez serbikevin.”   ‘DIVÊ GELÊ ME BIÇE SER SINDOQÊ’    Metîn Işik, diyar kir ku ji bo guhertinê dê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û wiha got: “Li Tirkiyeyê pir pirsgirêk hene, ji bo ev pirsgirÊk çareser bibin em piştevaniya Kiliçdaroglû dikin. Divê gelê me biçe ser sindoqan û piştevaniya Kiliçdaroglû bike.    Mûstafa Tûnç jî bal kişand ser krîza aboriyê û wiha got: “21 sal in bi rê ve dibin. Rewşa aboriyê diyar e, rewşa gel li holê ye. Ne maf ne edalet ne hiştî ye. Guhertin şert e, ne ku em ji Kiliçdaroglû hez dikin ji bo guhertinê divê em dengê xwe bidin. Divê roja yekşemê em biçin ser sindoqê.”   ‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ’    Mehmet Bûlût ê got “Em ji Erdogan bêzar bûn” jî wiha axivî: “Banga min ew e ku mirov dengên xwe bidin demokrasiyê, mirovahiyê û aştiyê. Gelê kurd 20 sal in di komkujiyan, îşkenceyan re derbas dibe, bi hezaran di girtîgehan de ne ji ber vê yekê em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”   ‘EM Ê DÎSA DENGÊ XWE BIDIN KILIÇDAROGLÛ’   Şeref Kaba jî anî ziman ku ji ber bihabûnê mirov nikarin debara xwe bikin û got: “Em dixwazin Kiliçdaroglû qezenc bike. Van em perîşan kirin, her tişt bi bihaye û nikarin debara xwe bikin. Êdî nirxa pereyê me nîne. Ji bo rêyeke din em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. Îhtîmaleke mezin Kiliçdaroglû qezenc kir lê ev deng bi ku ve çûn nizanin. Em ê dîsa dengê xwe bidinê.”   ‘JI BO GUHERTINA DESTHILATÊ’    Naîm Zerdeşt jî destnîşan kir ku ji bo guhertina desthilatê wê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û wiha bi lêv kir: “Em dîktatorekî ku me înkar dike, tune dihesibîne, erdnîgarî, nasname û netewê me nas nake qebûl nakin. Heta ku ev kes hebe wê li Tirkiyeyê tu gel rehet nekin. Ji ber ku em ber bi dîktatoriyê ve diçin. Kes naxwaze Erdogan li ser desthilatê bimîne.”   ‘BILA XWEDÎ LI SINDOQÊ BÊ DERKETIN’    Fatma Kaya ya anî ziman ku li dijî polîtîkayên neçareserkirina kurd û krîza aboriyê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû, wiha got: “Em ê vê carê serbikevin. Rewşa kurdan li holê ye, rewşa aboriyê li holê ye. Kî were jî ji bo me rewş heman e lê divê were guhertin. Divê gelê me biçe ser sindoqan. Kiliçdaroglû weke ku dihate xwestin xwedî li sindoqan derneket, ji ber vê yekê hîle hatin kirin. Bila vê carê xwedî li sindoqan derkevin.”   ‘PÊŞEROJA ME GIRÊDAYÎ SINDOQAN E’    Welatiyê bi navê Osman Sebo jî qala girîngiya hilbijartinê ya ji bo kurdan kir û ev tişt got: “21 sal in ev desthilat heye, divê êdî bê guhertin. Kiliçdaroglû wê di tûra dûyemîn de serbikeve. Divê gel biçe ser sindoqan, vîna xwe nîşan bide, ji ber ku pêşeroja me girêdayî vê ye.”   ‘DIVÊ KURD BIÇIN SER SINDOQÊ’    Îsmet Kiziltaş jî bang kir ku divê kurd dengên xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin û ev tişt got: “Dema gotubehs dibe kurd feraset heman e. Ji bo ku em guhertinê dixwazin dengê xwe didin Kiliçdaroglû. Erdogan her cih dagirkirî ye hîleyan dike. Dengên me jî ji MHP’ê re dinivîsîn. Divê kurd biçin sindoqan. Ji ber ku divê Erdogan sernekeve.”   ‘EM ÊDÎ GUHERTINÊ DIXWAZIN’    Mûsa Aslan jî diyar kir ku dikevin sedsala duyemîn a Komarê û wiha axivî: “Ji bo kurdan di sedsala yekemîn de guhertinek çênebû. Sedsala ewil bi komkujiyan û qirkirinan derbas bû, ji bo ku sedsala duyemîn demokratîk bibe em dixebitin. Em ji bo jinan, ciwanan û pîran welatekî dixwazin. 21 sal in ev di rêveberiyê de ne, êdî tiştekî ku bikin nîne. Em êdî guhertinê dixwazin, dixwazin ku ev feraseta yekperest were guhertin. Tûra ewil bi hîle û diziyan paş ve ma û divê herkes di tûra duyemîn de biçe ser sindoqan. Divê ji bo kesên li sirgunê tiştek bê kirin, tiştekî ku ev rêveberî bo me bike nemaye. Divê herkes ji bo demokrasiyê ji bo komareke demokratîk destê xwe deyne ser wijdana xwe biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”   Mehmet Alî Gorur bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û wiha got: “Nîviyê dengan dizîn, niviyê wan veşartin. Me nekarî weke dihate xwestin xwedî li sindoqan derkevin. Divê em vê carê xwedî li sindoqan derkevin. Ji bo guhertina pergalê em dengê xwe didin Kiliçdaroglû.”