Rewşa dawî ya derveyî welat 2023-05-24 09:50:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara dengên li derveyî welat hatine dayîn milyonek û 733 hezar û 940 deng derbas kir. Dengdayîna li derveyî welat îro êvarê bi dawî dibe.    Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya li derveyî welat didome. Heta niha milyonek û 733 hezar û 940 kesan dengê xwe daye. Dengdayîna li derveyî welat dê îşev bi dawî bibe. Lê dengdayîna li deriyên gumrikê dê heta 28’ê gulanê saet 17.00’an berdewam bike.