21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû 2023-05-24 10:40:36 DÎLOK - Welatiyê bi navê Mûstafa Demîr diyar kir ku 21 sal in piştgirî dida namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan û wiha got: “Êdî guherîn şert e. Ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû.”    Li Dîlokê hejmara hilbijêrên bêbiryar pir zêde ye. Welatî niha jî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji bo guherînê weke firsendekê dibînin. Welatiyên li taxên Cengîz Topel û Vatanê dijîn daxwazên xwe yên guherînê anîn ziman û gotin ku ji bo vê divê her kes biçe ser sindoqan.    ‘ÇÎKOLATAYA BI 2 LÎREYAN BÛYE 7 LÎRE’   Ji welatiyan Abdulazîz Gundor da zanîn ku dê di tûra duyemîn de dengê xwe bide namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û wiha got: “Erdogan zilmê dike û her roj zeman dike. Çîkolataya bi 2 lîreyan niha bûye 7 lîre. Me kîloya muzan bi 20 lîreyan dikirî lê niha bûye 50 lîre.” Bi domdarî Gungor bal kişand ser polîtîkayên zext û pişaftinê yên li ser kurdî û ev tişt anî ziman: “Xwedê ev ziman daye me ku bi wî zimanî biaxivîn. Em ji bilî wî zimanî tu zimanên din naxwazin. Em naxwazin tu kes neheqiyê li me bike. Daxwaza me aştî, yekitî û xwişk-biratî ye. Em zilm û neheqiyê naxwazin. Ji bo edalet, aştî, bihar û pêkvejiyanê em guherînê dixwazin. Em êdî şer naxwazin.”    ‘ÎKTÎDAR BI MEQERNEYÊ GEL DIXAPÎNE’   Fadîle Şen bi gotina “Ez bimrim jî dengê xwe nadim Erdogan” dest bi axaftina xwe dike û wiha didomîne: “Ma em ê heta kengî di bin vê zilmê de bijîn? Ev bû 4 meh bo xwe li malê digerim ku kirê bikim. Qatên jêrzemînê bûne bi 5 hezar lîreyan. AKP’ê di nava van 22 salan de tu tiştek nekir. Dê ji vir û şûnde jî neke. Ez li dengê wijdana xwe guhdar im û dê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Ma dê ev zilm heta kengî bidome? Êdî bes e, em guherînê dixwazin. Îktîdar, xelkê bi meqerne û komirê dixapîne. Ji bo ceyran, av, kirê û her tiştekî zaman dike. Ez nikarim bo xwe û zarokên xwe ne solekê û ne jî cilekî bikirim. Ma ev zilm nîne? Erdogan ji bilî kuştinê çi kiriye? Divê her kes li dijî vê zilmê rabe ser pêyan da ku em rizgar bibin. Heta ku sax bim dê têkoşîna min bidome.”    ‘DIVÊ PÊŞEROJEKE CIWANAN HEBE’   Ji welatiyan Mûstafa Ozdemîr jî diyar kir ku divê rêveberî biguhere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 20 sal êdî bes e. Yên li ser kursiyan rûniştin êdî ser hemdê xwe çûn. Divê em wan ji wir rakin. Ev hilbijartin ji bo pêşeroja me gelek girîng e. Em ciwan dixwazin êdî dahatûyeke me hebe. Kar tune ye, em bêkar in. Di halê hazir de em tu pêşerojekê bo xwe nabînin. Her tişt pir biha ye. Divê guherîn çêbibe. Lewma ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû.”   ‘EV BÛ 21 SAL ÊDÎ GUHERÎN ŞERT E’   Welatiyê bi navê Mûstafa Demîr jî da zanîn ku 21 sal in piştgirî didan Erdogan û ev tişt anî ziman: “Lê ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Guherîn şert e. Ev 21 sal in em dibînin. Fiyetên par çi bûn û yên niha çi ne? Pirsgirêka debarê pir zêde ye. Lewma li welêt tu kes nikare debara xwe bike. Her pirsgirêk 5 qet zêdetir bûne. Roj bi roj rewş xerabtir dibe. Banga min ji bo hemû kesan ew e ku biçin ser sindoqê. Yên dengê xwe nedayîn divê teqez biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin. Êdî dê dubareya vê nebe. Bi fikrên yekkezî welat nayê birêvebirin.”    ‘DIVÊ SEROKKOMAR ÊDÎ BIÇE’   Gazincên Ersîn Coşkun jî ji rewşa xerab a aboriyê hebûn û wiha got: “Em dixebitin lê ma me çi ji AKP’ê dîtiye? Ev dewlet çima her tiştekî zam dike? Êdî xelk nikare debara xwe bike. Ji vê re nabe bersiv û bênavber diaxive. Tu nikarî bi 10 hezar TL’an debara xwe bikî. Tu niha nikarî bi 100 hezar lîreyan avahiyekî yan jî wesayîtekî bikirî. Êdî kesek ji 100 hezar lîreyan nabêje pere. Dixwazî mal bikirî lê niha bi 1-2 trîlyonan e. Dibêjî di kirê de rûnim lê ew jî bi 3-4 hezar lîreyan e. Gelo ma dewlet nikare pêşî li ber vê bigire? Sê zarokên min hene û nikarim debara xwe bikim. Mehane 20 hezar lîreyan lêçûnên min hene. Lê mûçeyê min 10 TL ye. Divê êdî serokkomar biçe. Erdhej çêbû û ewqas mirov mirin. Dewlet nehat, çima derneket kolanê? 3 roj piştre hat. Ji bilî Kiliçdaroglû tu çareyên me nînin. Baweriya me bi Kiliçdaroglû jî nayê lê heke li ser soza xwe bisekine dê pêşketin çêbibe. Erdogan Tirkiye wêran kir û her tişt firot.”    ‘XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERKEVIN’   Têkildarî mijarê Şadiye Çabuk jî destnîşan kir ku beriya niha dengê xwe dide Erdogan lê vê carê dê nede wî û wiha axivî: “Ji ber ku sûriyeyî bi pereyekê kêm tên xebitandin, hevjînê min kar peyda nake. Êdî guherîn şert e. Her wiha divê mafên jinan bên parastin. Divê mêr û jinên wekhev bin. Banga min ji bo hilbijêran ew e ku dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û guherînê bikin. Em diçin fêkîfiroşekî ji bo 2 poşetan 200 lîreyan didin. Ji bo vê herin ser sindoqê û li dengên xwe xwedî derkevin.”    Welatiyê bi navê Mehmet Bozan Yakut jî bi lêv kir ku ew di ferqê de ne ku AKP û Erdogan welêt wêran kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Ez ê di hilbijartinê de dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Em êdî guherînê dixwazin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hîle gelemperî li YSK’ê çêbûn. Cihên dengan hatin guherandin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin. Em ê heta YSK’ê biçin. Heke ji her 50 kesan yek jî xwedî li sindoqa xwe derkeve dê rewş cuda be.”