Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî 2023-05-24 11:19:26   STENBOL - Alimê Olî Yûsûf Înal ê anî ziman ku AKP ol îstîsmar dike, wiha got: “AKP, ku ne li gorî wijdan, exlak û tu rêgezan e dimeşîne. Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî.”   Dema ber bi hilbijartinên Serokkomariyê û giştî ve diçûn namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan ê li aliyekî zext dikir li aliyê din li ser olî kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibir û beriya niha bi Qûranê derdiket ser dikê vê carê jî bi cilnimêjê derket. Erdogan ê beriya 14’ê gulanê li qadên mitîngê axivî, gotibû ku “Em fermanê ji Xuda digirin”. Alimê olî Yûsûf Înal, nêzîkatiya AKP’ê û Erdogan a têkildarî ol nirxand.    ‘AKP OLÎ ÎSTÎSMAR DIKE’    Înal, anî ziman ku AKP’ê qasî ku li desthilatê ol ji siyasetê re kir amûr û bi vî şiklî olî îstîsmar dike. Înal, bal kişand ser serdema ewil a belavbûna Îslamê û bi mînakan vegot ku ol ji siyasatê re nekirine amûr û diyar kir ku helwesta AKP’ê gelek tişt bi Tirkiyeyê dan windakirin. Înal, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li cîhanê û Tirkiyeyê tu eleqeya olê îslamiyên siyasî û olê Xuda bi hev nîne. Olê ku zilmê dike ne olê Xuda ye. Olê ku derewan dike, bertîlê dide yan jî digire, tiryakê dikire û difiroşe ne olê Xuda ye.    ‘NE OLÊ XUDA OLÊ DÎKTATORAN’    Înal, bi lêv kir ku herêma ku herî rehet ol lê tê îstîsmarkirin herêma Rojhilata Navîn e û wiha got: “Siyaseteke ku ne li gorî wijdan, exlak û tu rêgezan e dimeşîne. Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî. Li gelek aliyên cîhanê ji me re telefon tên û pirsa ‘ev olekî çawa ye?’ dikin. Ez jî her tim wiha dibêjim ‘Ev ne olê Xwedê ye olê dîktatoran e’. Vedibêjim ku tu eleqeya vî olî û îslamê tune ye.”   ‘KAFIRÊ HERÎ MEZIN ERDOGAN E’    Înal, li ser tarîqet,weqf û komeleyên bi serdema AKP’ê re li Tirkiye û Kurdistanê derketine holê sekini û destnîşan kir ku di her gavê de terîqatek heye. Înal, anî ziman ku ev pekhate pereyî belavî mirovên derdora xwe dikin û li dijî van pereyan olî îstîsmar dikin û wiha got: “Ev rewş ji kesên olî nizanin re bandoreke mezin dike. Ev kesên bi bandor dibin dikevin nav xebatên li dijî olî. Kesên teslîmî wan dibin jî hene. Ji ber vê yekê zirara wê gelek e. Erdogan van ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar tîne. Ev yek kir, hêj dike û wê bidomîne jî. Derdikeve dibêje ol û qibleya kurdan, CHP’ê nîne û kafir in. Lê li gorî hikmên îslamî kafirê herî mezin ew e.”   ‘EM BI XETEREYEKE MEZIN RE RÛBIRÛ NE’     Înal, diyar kir ku Serokkomarê dewleteke ku olê wê nîne, nikare derse bide wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Olê ku Erdogan qala wî dike ne olê Hz. Îsa ne yê Hz. Mûsa ne yê Hz. Mûhammed ne jî yê Xuda ye. Ji dûr û nêzîk eleqeya wan bi wijdanê nîne. Ji ber vê yekê em bi xetereyeke mezin re rûbirû ne. Berpirsyarên vê yekê jî em hemû ne.”    Înal, diyar kir ku ji ber gelê kurd û mûxalîf “olê” ku AKP û Erdogan ferz dike qebûl nakin û teşhîr dikin, rastî êrişê tên û operasyonên li dijî Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi bîr xist. Înal, axaftina xwe wiha domand: “Em teslîmî wan nebûn û me serî netewand. Di Qûran û olî de çi hebe bi hemû rastiyên wê me gotin. Ji ber vê yekê em rastî êrişê hatin.”   ‘XWE TÊXE ŞÛNA XWEDÊ’     Înal, her wiha gotinên Erdogan ên “Me ji Xwedê ferman girt” bi bîr xistin û anî ziman ku bi van gotinan xwe têxe şûna Xwedê. Înal ev gotin wiha vegotin: “Ev rewş ‘ez pêxember im’ jî wêdetir e. Ev şîrk e. Di cîhanê de muşrik û pûtperestê herî mezin ew e. Yê ku herî zêde zirarê dide ol jî ew e. Mirov êdî dibêjin ‘olekî wiha ji me re ne lazim e.’”    ‘MELE VEGUHERÎNE KONTRGERÎLAYAN’     Înal, da zanîn ku terîqetên ku ji bo Erdogan daxuyaniyên piştgiriyê dan têkiliya wan a bi ol re bi pirsgirêk e û anî ziman ku olê xwe ji bo malê dinyayê difiroşin. Înal, destnîşan kir ku ev terîqet ji bilî suniyan herkesê weke kafir îlan dikin û ev rewş jî xetere ye. Înal, bi lêv kir ku kurd û elewî jî weke kafir tên îlankirin û hişyar kir ku ev rewş dikare li gelek bajaran rê li ber neyiniyan veke. Înal, bal kişand ser gotinên mele Mûrat Gundogdû yê li Mizgefta Cebecî yê Sûltangaziyê yên “Çekên xwe eyar bikin, Du çekên min bi devî re tejî ne” û destnîşan kir ku mele veguherîne kontrgerîlayan.   ‘DIVÊ CIVAK XWE BIPARÊZE’     Înal, xwest ku civak li dijî van xwe biparêze û anî ziman ku li dijî xetereyekê xwe parastin rewa ye. Înal, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke tu kesekî ku ji bo kuştina te were tu bikujî li gorî ol guneh nîne. Tu bihiştî yî. Ew jî te bikuje dîsa tu bihiştî yî ew jî dojehî ye. Ev di hiqûqa îslamê de heye.”