Qeyûm avahiya şaredariyê firot 2023-05-24 12:32:05   ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê, avahiya şaredariyê ya berê bi 65 milyon lîreyan firot.    Qeyûmê Şaredariya Cizîrê beriya demekê avahiya xizmetê ya şaredariyê ya berê cara sêyemîn dabû ber firotinê. Duh bi rêbaza îhaleya girtî avahî hate firotin. Avahî bi 65 milyon lîreyan firotin Hamdîn Babat.    Hate hînbûn ku Babat beriya niha jî ji Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya Qeyûm de ye gelek îhale wergirtine.