Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan 2023-05-24 15:13:08 ÎZMÎR - Ji 14 kesên di saetên serê sibehê de li Îzmîr û Manîsayê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan û tê payîn ku 9 kesên din di roja înê de sewqî edliyeyê bên kirin.    Ji 14 kesên îro di serê sibehê di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîr û Manîsayê de hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan û karûbarê îfadegirtinê yên 9 welatiyan ên li midûriyeta emniyetê jî berdewam e. Muzîkjen jî di nav de ji 11 kesên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê tev li vekirina bûroyên hilbijartinê yên Partiya Çep Kesk bûn Sertan Ozdemîr, Cemal Emen, Ridvan Kaya, Fatîme Tandogan û welatiya bi navê Fîlîz a ku paşnavê wê nehat zanîn piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan.    Di lêpirsîna Eyup Azrak, Gokhan Gonluaçik, Şakîr Yîgît Ozdemîr, Kadîr Yasîn Temûr, Orhan Înan û welatiyekê ku navê wî nehat zanîn de biryara bisînorkirina dosyayê û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.    DEMA BINÇAVKIRINÊ YA LI MANÎSAYÊ HATE DIRÊJKIRIN    Her wiha di encama serdegirtinên malan ên li Manîsayê de namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz, Rêvebera Partiya Çepên Kesk a Saruhanli ya Manîsayê Gulsum Tozan û keça Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hatin binçavkirin. Hat ragihand ku kesên navborî bi hinceta tevlibûna mitînga Newrozê ya navçeya Yunusemre ya sala 2022’yan hatine binçavkirin. Binçavkirî bi “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Li gorî agahiyên parêzerên bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirine, dê îfadeyên binçavkiriyan ên li emniyetê di roja pêncşemê de bên girtin û di roja înê de jî sewqî edliyeyê bê kirin.