Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin 2023-05-24 15:38:06   AMED - Li Bismilê bi girseyî serdana şîna Hamiyet Yalçinkaya ya li Bestayê jiyana xwe dest dabû hat kirin.    Endama YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Sorxwîn) ya di 23’yê çileya 2023’yan de li herêma Besta ya Şirnexê di şerê bi leşkerên tirk re canê xwe ji dest daye. Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 roj şûnve hat wergirtin û li gundê Hecî Faris ê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve hat veşartin. Cenaze di dorpêça leşkeran de hatibû veşartin. Ji bo Yalçinkaya li gund şîn hat danîn.    Rêveberên MEBYA-DER, Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP, MED-DER, TUAY-DER, Komeleya Hewldana 78’an a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û gelek kes bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya kirin.    Di serdana şînê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. Endama MEBYA-DER’ê Meryem Soylû di serdanê de axivî û got: “Leylayê ji bo gelê xwe têkoşiya. Pêwîste em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ji bo vê yekê jî hewcedarî bi yekitiya kurdan heye. Wextê ku em yekitiya xwe ava bikin wê tu hêz nikaribe li ber têkoşîna kurdan bisekine.”