Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin 2023-05-24 16:57:16   ENQERE - Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Nejla Kûrûl a bi KHK’ê hatibû îxrackirin, bi biryara dadgehê li peywîra xwe hate vegerandin.      Seroka Giştî ya Sendîkaya Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) Prof. Dr. Nejla Kûrûl a di sala 2017’an de bi KHK’ya bi hejmara 686’an ji karê xwe yê li Zanîngeha Enqereyê hate îxrackirin, bi biryara dadgehê li peywîra xwe hate vegerandin. Kûrûl li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û ragihand ku 21’emîn Dadgeha Îdare ya Enqereyê kirariyên îxrackirinê betalkirine û li peywîra xwe hatiye vegerandin.    ‘TIRKIYEYÊ GELEK BERIYA DEMOKRASIYÊ KIRIYE’    Kûrûl a têkildarî vegerandina li peywîra xwe axivî, destnîşan kir ku bi KHK’yan bi ser 130 hezaran de kedkarên cemaweriyê bi biryarên keyfî hatin îxrackirin û wiha got: “Em demekî dirêj man li bendê ku edalet bi cih were lê dereng ma. Hêj jî bi deh hezaran mirov li bendê ne. Li bendê ne ku mafê darizandina adil û di heman demê de hiqûqa gerdûnî derbasdar bibe. Ji bo ev hemû êş ji holê rabin pêdivî bi biryareke giştî heye. Ji ber vê em ê biçin ser sindoqan, em ê ewlehiya sindoqan pêk bînin. Em ê ji bo desthilateke alîgirê demokrasî, kedê, bi KHK’iyên bi awayekî dijhiqûqî hatine îxrackirin re tevbigere bixebitin. Ji ber ku ya esas ew e ku pirsgirêkên me jiyane kes nejî. Pir girîng e ku edalet bi cih were. Ji ber vê yekê em ê bi hev re têbikoşin. Ji ber ku Tirkiyeyê gelek beriya demokrasî, edalet, aştî, azadî û wekheviyê kiriye.”