Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê 2023-05-24 18:57:24       ÊLIH- Meclisa Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî dorpêçkirina Mexmûrê dan, xwest ku her kes xwedî li vê berxwedana mexmûriyan derkeve.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, têkildarî dorpêçkirina Kampa Penaberan a Mexmûrê ku ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin, li avahiya meclisê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Sûltan Azboy axivî. Azboyê bilêv kir ku Mexmûr ji bo xwîn nerije bi salan têdikoşe û got: "Êrişên li hemberî gelê kurd, polîtîkayên komkujiyê li her çar parçeyên cîhanê bênavber didomin. Em bang li Barzanî dikin ku tiliya wî vê êrişa li ser Mexmûrê de ye diukin, êdî bes e! Gelê kurd naxwaze xwîn birije. Kî xwînê birijîne dê di binî de bimîne."    'LI BER XWE DIDIN'   Azboyê destnîşan kir ku Mexmûr ji salên 90'î heya niha tim bi komkujiyan re rû bi rû maye û got ku lê bi berxwedaneke mezin êriş pûç kirine. Azboyê bilêv kir ku berxwedana li kampê 5 roj in bênavber didome û got: "Li wir ji heft slaiyan heta heftê saliyan her kes li ber xwe dide. Ev berxwedan, berxwedaneke ku dê siberoja gelê kurd diyar bike. Lewma divê em hemû xwedî li vê berxwedanê derkevin."