Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe 2023-05-25 09:01:28 WAN - Cotkarên ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê nikarin tevbigerin, îşaret bi hilbijartinên 28'ê Gulanê kirin û gotin: "Heke ew biçin, wê her tişt baş bibe."    Krîza aborî ji ber polîtîkayên şer ên desthilatê kûr bûye, bi hilbijartinê re kûrtir bû. Ji derdorên ku herî zêde bandor ji krîzê digirin yek jê jî hilberîner in. Li Wanê cotkar û sewalkaran, diyar kirin ku bi kûrbûna krîzê re nikarin xwe tev bidin û gotin ku sewalkarî hatiye asta qedandinê.    Mehmet Emîn Ertûş anî ziman ku êdî nikarin debara xwe bikin û bertek nîşanî bihabûnê da. Ertûş got: "Em destvala tên û destvala diçin. Em heywanan dikirin, êm biha ye û li mêragn giha tune ye. Gava em heywanên wxe diriroşin jî em dixisirin. Sedema vê bihabûn e. Berê gelek soz dan ji bo sewalkariyê, lê hemû şî derew derketin. Mirov êdî nikarin heywanan bikirin û bifiroşin. Parlamenterê AKP'ê Kayhan Turkmenoglû gelek soz dan me, lê hemû jî derew derketin."    ‘DIVÊ PÊŞÎ LI BER ÎXRACATÊ BÊ VEKIRIN'   Sewalkar Necatî Canîş jî anî ziman ku ji ber goştê îtxal, sewalkarî kêm bûye û wiha got: "Goşt û heywanên îtxal dikirin û heywanên me di dest me de dimînin. Fiytetê êm, kar û giha her roj biha dibe. Êdî em qezenc nakin. Par em xisirîn. Lê îsal piyase tim diguhere. Çareserî ew e ku sewalkar kooperatîfan ava bikin û bibin yek. Ger pêşî li ber îxracatê bê vekirin, em ê karibin qezenc bikin. Lê em bêxwedî tên hiştin."    KETINE ETRA DEBARKIRINÊ   Seyît Aslan ku di salên 90'î de ji Şirnexê koçî Wanê kiriye, anî ziman ku çandinî û sewalkarî hatiye asta qedandinê. Aslan bilêv kir ku êdî kes nikare kîloyek firingî jî bikire û mirov perîşan bûne û wiha pê de çû: "Ên siyasî ketine etra qoltixê û rantê. Lê gund vala ne, êdî eks çandiniyê nake. Dibêjin e wê ji nû ve gundan bi ruh û can bikin. Derew e. Em ketine tra debarê. Dibêjin, me meaşê kêm zêde kiriye, lê ev me eleqedar nake. Meaşê kêm jî bi dest me nakeve. Kîsê êm bûye 300-400 lîre. Fiyetê zebze zêde bûye. Ez 40 salî me, lê cara ewil e ez bihabûneke wiha dibînim. Êdî sewalkarî qediyaye."    Aslan destnîşan kir ku desthilata heyî ku budçeyê ji bo alîgirên xwe vediqetîne û got ku cotkarî û sewlkariyê jî qedandine.    'HEKE MIROV BIRÇÎ BIN, NEXWE DEWLET NE YA ME YE'   Aslan diyar kir ku Cejna Qurbanê nêz dibe û wiha axivî: "Ên zengîn dê karibin heywanan bikirin, lê yên feqîr na. Ez bi xwe jî nikarim bikirim. Ji lew re ez ancax ji 100 heywanî tenê dikarim du heban bifiroşim. Siyasetmedar dibêjin,' dewlet a me ye.' Dewleta ya derdoroke biçûk e, lê piraniya welatiyan bê kes in. Heke ev qas mirov birçî bin, nexwe ev dewlet ne ya me ye."    Cotkar Faysal Mamîk jî got: "Rewşa me nebaş e, kes ne dikire ne jî difiroşe. Em di krîzê de ne. Her tişt biha bûye, tu tişt bi dest me nakeve. 10 hezar TL'yê berê, bûye 200 lîreyê niha. Em destvala tên meydanê û destvala diçin. Sedema van prisgirêkan rêveberiya heyî ye. Heke ev biçin dê her tişt baş bibe."    BANGAWAZÎ   Cengîz Ateş jî li dijî polîtîkayên desthilatê bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqê û wiha got: "Êdî gelê me divê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û biçe ser sidnoqê. ABorî nebaş e, em nikarin tut iştî bikirin. Heywanên me pere nakin. Ger em bibin yek em ê karibin wan têk bibin. Her diçe rewşa me xirabtir dibe. Lewma divê he rkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe."