Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin 2023-05-25 12:25:59   ENQERE - Danişîna doza rojnamevan Dîlan Babat û Firat Can Arslan ku ji ber şopandina nûçeyê tên darizandin, hat taloqkirin.     Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, rojnamevan û nivîskar Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di 4’ê cotmeha 2022’yan de li naverasta kolanê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Akarsel di 13’ê cotmehê de li gundê wê Xelikan ê bi ser navçeya Cîhanbeyliya Konyayê ve hat veşartin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Firat Can Arslan û nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babat nûçeya merasîma cenaze dişopandin û hatibûn binçavkirin. Bi îdiaya “kesên di têkoşîna li dijî terorê de wezîfe girtine, hedef didin nîşandan” doz li her du rojnamevanan hatiye vekirin.    Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat lidarxistin. Rojnamevan û parêzerên xwe bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Edliyeya Enqereyê beşdarî danişînê bûn.    Rojnamevanan parastina xwe kir û tawanbariyên li ser xwe red kirin.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û hat xwestin doza hatiye vekirin di çarçoveya azadiya çapemenî û ramanê de bê nirxandin û miwekîlên wan bên beraetkirin.   Dozger bi heman tawanbariyê xwest ku rojnamevan bên cezakirin.    Dadgehê biryar da ku derbarê esasê de parastin bên kirin û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.