Yenî Yaşam 5 salî ye 2023-05-25 11:51:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê bi wesîleya salvegera 5’emîn ev peyam belav kir: “Ji bo jiyanek nû, ji bo jiyanek azad em derdikevin rê.”    Rojnameya Yenî Yaşamê ku li ser xet û kevneşopiya Çapemeniya Azad e, bû 5 sal in weşanê dike. Yenî Yaşamê bi wesîleya salvegera 5’emîn li ser malpera xwe ya înternetê peyamek belav kir û wiha dibêje: “5 sal berê di 25’ê Gulana 2018’an de me dest bi rêwîtiyê kir. Destpêkirina her rojnameyek nû kelecanê bi me re çêdike. Em hînbûyî ne. Çimkî me yek li pey xwe hişt û me dest bi yeka din kir. Lê ew kelecana rojnameya ewil her tim bi me re heye. Ji bo jiyanek nû, ji bo jiyanek azad em derdikevin rê û rêwîtiya me berdewam dike. Em hemû bi hev re sersalên xweştir pîroz bikin.”