Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin 2023-05-25 21:16:17       COLEMÊRG - Ji 24 kesên ku li Colemêrgê û navçeyên wê hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.   Li Colemêrgê û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk rêjeyeke zêde ya dengan jê wergirt, operasyonên binçavkirinê bênavber didomin. Îro danê sibehê di avaêtina ser malan de gelek kes hatin binçavkirin. Li gor agahiyên bi dest ketin polîsan avêtiye ser 57 malan û herî kêm 24 kes binçav kirine û gelek kes jî ji ber ku ne li mal bûne ji bo îfadeyê gazî wan hatiye kirin. 24 kesên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li midûriyetên polîsan ên navçeyan û bajêr sewqî Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatin kirin.   20 KES HAIN BERDAN   Ji kesên hatin binçavkirin Gökhan Aksu, Fatma Yiğit, Ömer Çıtak, Asiye Rojbin Şahinoğlu, Berdan Özdel, Remziye Ürgün, Yusuf Şahinoğlu, Helin Yiğit, Vedat Doğan, Barış Kameri, Bedran Öğmen,  Ferdi Güneyli, Mehmet Erbaş, Fatih akbaş, Bünyamin Seven, Fikret Sayın, Mehmet Seven, Fatih Kurt, Fedakâr Töregün, Agit Kaya piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.   3 KES HATIN GIRTIN   Lê belê dozgeriyê Serhat Kurt, İzzet Akdoğan û xebatkarên Partiya Çepên Kesk Naif Beyter û Musa Yiğit jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirç Dadgeriya Ceza ya Sulhê Serhat Kurt, Naif Beyter û İzzet Akdoğan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" girt û Mûsa Yîgît jî bi şertê kontrolkirian edlî berda.