AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt 2023-05-26 10:00:02   AGIRÎ - AKP’a ku di hilbijartinan de li Agiriyê encamên jê hêvî dikir bi dest nexist, biryar da ku firmaya tekstîlê ya bi piştevaniya dewletê bi soza îstîhdamê ya ji bo 10 hezar kesan di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de vekiribû, bigire.    Yeşîm Tekstîl, a bi piştevaniya dewletê di sala 2019’an de bi soza îstîhdamê ya ji bo 10 hezar kesan hate vekirin, piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê hate girtin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Şaredarê Agiriyê Savci Sayan ê fîrma vekiribûn, berata Hemwelatîbûna Fahrî ya Agiriyê dabûn rêveberê fîrmayê Şenol Şankaya. AKP’a ku di hilbijartinan de li Agiriyê encamên jê hêvî dikir bi dest nexist, dawî li karê 700 karkeran anî fîrma girtin. Fîrmayê nivîsek ji xebatkarên xwe re şand û wiha got: “Ji ber biryara ku Lijneya Rêveberiya Şîrketê di 22’yê gulana 2023’yan de wergirtiyê li dijî kêmbûna sîparîşan a kargeha me û di asta hatiyê de sîparîş bi temamî qutbûne û bêîmkane ku karsaz vî karî bidomîne biryar hatiye dayîn ku xebatên hilberînê yên ŞÎRKETA SAN. Û TÎC. SMS KONFEKSIYON’ê bên bidawîkirin.”   ‘GAVEKE JI BO HILBIJARTINÊ BÛ’    Berfîn Ozturk a nêzî 2 sal in li Yeşîm Tekstîlê dixebitî, anî ziman ku firmaya di hilbijartinên sala 2019’an de hate vekirin dîsa di serdemeke hilbijartinê de hate girtin û wiha got: “Kargeh dîsa wê demê beriya hilbijartinê di bin navê projeya walîtiyê de hate vekirin û bi teşwîqê piştgiriya wê hate kirin. Gaveke ji bo hilbijartinê bû û li gorî min ji ber karê wan bi kargehê qediya, piştgiriya xwe paş ve kişandin û xwediyên fîrmayê tenê hiştin.”   Ozturk, bal kişand ku li bajêr bêkariyeke mezin heye û wiha axivî: “Li Agiriyê ji ber polîtîkayên dewletê sewalkarî û çandînî qediya ye. Mirov hatine ku êdî nikarin hilberînê bikin. Gelekan ji me hêvî ji van kargehan dikir lê niha ev der dê di 23’yê hezîranê were girtin. Em nizanin ka em ê çi bikin. Derfetên min nînin ku ji Agiriyê biçim divê ez li vir bimînim lê li vir derfet nînin û ez nizanim ez ê çawa jiyana xwe bidomînim. Berê em li zeviyan dixebitîn, lê niha ji ber çandînî nema ye, zeviyên ku em bixebitin jî nemane.”   ‘AKP’Ê JI BO DENGAN KOM BIKE SEKINÎ’    Ozturk, da zanîn ku fîrma bi piştgiriya walîtiyê dixebitî û wiha beredewam kir: “Bûyer têkildarî AKP’ê ye ji ber walîtî weke AKP’ê ye. AKP’ê ev rêbaz ji bo ji bajêr dengan kom bike meşand. Piştgirî û teşwîqên didan fîrmayê piştî hilbijartinan hatin birîn. Dûrbûna bajêr a ji madeyên xam, benderan û bihabûna veguhastinê jî şirket xiste tengasiyê û şîrket hate girtin. Piştî ku AKP’ê deng girtin gotin di cih de be pratika ‘cehnema te kirî’ meşand. Ev fîrma bi polîtîkaya AKP’ê hate vekirin, piştî ku dengên xwe wergirtin jî fîrma tenê hiştin.”   ‘ŞAREDARIYÊ DESTÛRÊN HEWCE NEDAN’   Ozturk, bi lêv kir ku tevî piştgiriya fîrmayê hate birîn jî demekê hewl da hilberînê bike û wiha pê de çû: “Karsazê me xwest razemeniya xwe biparêze û hilberîna xwe bidomîne. Ji ber vê yekê jî da beşên çapxaneyê û birînê veke û hilberîna xwe bidomîne lê şaredariyê destûrên hewce nedanê. Tevî ku şaredariyê ruhset neda ji karsaz jî bertîl xwest. Şaredar Savci Sayan bi awayekî aşkere ji gelê Agiriyê re got ‘heke rüşvet neyê dayîn ruhset jî nîne’. Qasî ku em dizanin karsaz ev yek ji Navenda Giştî ya Agiriyê re ragihand lê tu bersiv negirt. Hikumetê cezakirina me hilbijart. Ji xwe teşwîq û piştgirî paş ve hatibûn kişandin. Piştî ku ruhset jî nehate dayîn fîrma neçar ma were girtin.”   ‘GEFÊN KU ‘AKP WINDA BIKE..’    Mehmet Çîçek ê anî ziman ku bi ser Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKÛR) di fîrmayê de dest bi kar kiriye jî wiha got: “Piştî ku li Agiriyê Kiliçdaroglû dengekî bilind wergirt û Partiya Çepên Kesk 3 wekîl qezenckirin, girtina firmaya me hate paşguhkirin. Dixwazin fîrma were girtin û bajêrê me feqîr bimîne. Fîrma îdia dike ku zirar dike lê em li Agiriyê di asta hilberînê de di rêza duyemîn de ne. Bi zanebûn me bêkar dihêlin. Li vir êdî deriyekî me yê nan nema. Beriya hilbijartinê jî dihate gotin ku heke AKP winda bike dê kargeh bên girtin, AKP’ê winda kir û kargeh hatin girtin. Ji bo me ne girîng e kê qezenç kiriye, em karker in û em naxwazin bi keda me re bê leyîstin.”   MA / Bêrîvan Kûtlû