Li Dutaxê û Kanîreşê gelek kes hatin binçavkirin 2023-05-26 10:50:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Dutaxê û Kanîreşê di serdegirtinên malan de herî kêm 35 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê vê sibehê leşkeran avêt ser gelek gundan. Leşkeran li gundê Xişokê ji bo lêgerîna kesekî 21 salî li hemû malan lêgerîn pêk anîn. Hat diyarkirin ku gelek di serdegirtinan de hatine binçavkirin.    LI DUTAXÊ HERÎ KÊM 35 BINÇAVKIRΠ   Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê jî leşker û polîsan avêtine ser gelek malan. Hat zanîn ku bi piraniya wan ciwan herî kêm 35 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku welatî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Nevzat Dag, Celalettîn Karataş, Sadik Reşat Îyî, Ahmet Oztaş, Bekîn Polat, Mehmet Ûçar, Îbrahîm Oztaş, Adem Balta, Cemîl Vûral, Celal Altûn, Kasim Yildirim, Aydin Porsuk.