18 hezar lîre cezayê li polîsên tundî kirin hatibû birîn kirin 20 teqsîd 2023-05-26 12:02:19   MÊRDÎN - Derbarê 4 polîsên tîmên taybet ku li Nisêbînê ji ber cilên netewî li xwe kiribûn û yek jê zarok li 2 kesan dabûn 18 hezar lîre cezayê pere hatibû birîn. Dadgehê ev ceza kir 20 teqsît û ceza da paş.    Li taxa Dîcleyê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 31’ê kanûna 2022’yan de 4 polîsên tîmên taybet bi hinceta ku B.K. (16) û Huseyîn G. (18) ên cilên netewî li xwe kiribûn, li wan dabûn. Piştî dîmenên polîsan bi rêya ajansa me hatin belavkirin, derbarê polîsên tîmên taybet Alî A., Fatîh Ş., Naîm K. û Mûrat Y. de doz hate vekirin.    Danişîna biryarê ya doza derbarê 4 polîsan de ji tawanbariya “wezîfedarê cemaweriyê ku xwedî wê bandorê ye, xerab bikar aniye û bi sîlehê birîndarkirina hesan” hatiye vekirin duh li Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Nisêbînê hate dîtin. Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn, parêzerên mexdûr û bersûcan li danişînê amade bûn. Dozger, derbarê polîsan de ji sûcê “wezîfedarê cemaweriyê ku xwedî wê bandorê ye, xerab bikar aniye û bi sîlehê birîndarkirina hesan” ceza xwest.    ‘NE BRÎNDARKIRINA HESAN E, SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ YE’    Parêzerên li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê doz şopandin bal kişandin ku sûc “birîndarkirina hesan nîne” , sûcê “îşkence, nefret û cihekariyê” ye. Parêzeran xwest ku dadgeh biryara bêpeywîriyê bide û dosyayê bişîne dadgeha cezaya giran û bersûc bên girtin.    DADGEHÊ 18 HEZAR LÎRE KIR 20 TEQSÎD   Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir û derbarê polîsan de ji sûcê “wezîfedarê cemaweriyê ku xwedî wê bandorê ye, xerab bikar aniye û bi sîlehê birîndarkirina hesan” ceza birî. Dadgehê ewilî ji her polîsên bersûc re 385 roj cezayê hefsê birî û pişt re ev ceza veguherand cezayê pere. Dadgehê cezayê pere jî weke 18 hezar lîre diyar kir. Dadgeha ku biryar da cezayê pere weke 18 hezar lîre diyar bikin, pişt re cezayê li polîsan birî da paş.