Li Dîlokê ciwanek hat girtin 2023-05-26 14:17:29   DÎLOK - Li Dîlokê welatiyê bi navê Îbrahîm Halîl Keser ji ber parvekirinên li ser medya dîjîtal bi îdiaya “propaganda rêxistinê” hat girtin.    Duh li Dîlokê şahiya ciwanan hebû. Ciwanên bi navê Mehmet Alî Denîzhan, Yûsûf Denîzhan, Ahmet Yildiz, Îbrahîm Halîl Keser û ciwanek navê wî nehat zanîn bi îdiaya di şahiyê de dirûşm berz kirine û “propaganda rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyan îro birin Edliyeya Dîlokê.    Dozger di kêliya ku îfadeyên ciwan digirt, pirsên wek “Çima hûn tev li şahiyê bûn?” û “çima we wê dirûşmê berz kir?” ji ciwanan kir. Dozger bi daxwaza girtinê ciwanan sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Dadger çar ciwanan bi şertê kontrola edlî berda û ciwanê bi navê Îbrahîm Halîl Keser bi îdiaya ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye û “propaganda rêxistinê kiriye” da girtin.