Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket 2023-05-26 19:25:04   Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket   EDENE - Siyasetmedar Sîma Dorak piştî 17 salan ji Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan derket.    Xebatkara Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Sîma Dorak ku di saka 2007'an de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kiriye hatibû girtin û 15 sal û 10 meh ceza lê hatibû birîn, îro piştî 17 salan ji Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan derket.   Dorak, piştî ku ji girtîgehê derket li Ceyhana Edeneyê ji aliyê malbata xwe û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.